PKK ê gef li hevserokên YNK ê xwarin

PKK ê gef li hevserokên YNK ê xwarin

Piştî ku di dema rojên rabûrî de li hinek bajar û bajarokên başûrê kurdistanê her yek ji PKK ê û YNK ê bi pîlaneke bernamekirî dest bi xwepêşandana kirî û çendîn sazî û baregehên hizbî û hikûmî û  mumtelekatên hikûmî şewitandî, dema ku xwepêşandan gihiştî asta herî xeter ku YNK ê bi xwe jî fêm kir ger ev xwasteka ku bi hevbeşî di gel PKK ê plan kirî berdeam be wê rewş di bin seytereya wan de nemîne û wê YNK e bi xwe zerermenda yekemîn be ji van alozî û ne aramiyên tên jiyan kirin, di vê çarçûvê de yekem car qedexeya hatin û çûyinê di navbera bajarê Silêmaniyê û bajarokên din ên ser bi wê ve hat ragihandin, ev kar ji bo rêgirî kirin ji wê grûpa ser bi PKK ê bû ku bi awayek sîstematîk li bajarekê ber bi bajarek din diçûn û agir li saziyên hizbî û hikûmî berdida, û paşan YNK ê dest bi girtin û lêdana kesên ku xwe weke xwepêşander dida diyar kirin kir, di vê navberê de hejmarek herî zêde a xwepêşanderan ku piraniya wan endam û alîgrên PKK ê ne hatin girtin.

Ji berku nêvbera PKK ê û YNK ê hinekê xweşe û yek siyaset dimeşînin û biryarê ji yek navend werdigirin, yekem car YNK ê hest bi xetereya PKK ê nekir û her tişt li gor xwasteka PKK ê bi rêve bir, lê li dawyê ji YNK ê re eşkere bû ke ev plan ne bi tenê li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê, belku di rêza yekem de li dijî YNK ê bi xwe ye, loma dest bi girtin û lêdana xwepêşanderan kir û nêzî 800 kesan zindanî kirin.

Dema ku PKK ê dîtî endam û alîgrên wê ji hêla YNK ê ve hatin desteserkirin, jiberku nêvebera wan xweşe nexwest ti daxuyaniyeke eşkere biden, ji ber vê yekê PKK ê di medyaya xwe ya sîber de gef li YNK ê xwarin û diyar kir, “ger YNK e di dema 24 sa’etên din de kesên hatiye girtin (alîgrên PKK ê) azad neke, ewê hetikberiyeke wan ku li 14ê Mijdara 2020an de qewimiye li Komîsyona Ewropayê parve bikin”.

PKK ê ev gefa xwe bi rêya sosyal medyayê di rûpela bi navê “TEVDA Press” ku yek ji rûpelên sîber yên ser bi çapemeniya PKK ê ye gihand YNK ê, yekem car bi awayekî eşkere ev gef xwarin li YNK ê hat kirin, lê belê piştî bûrîna 20 deqîqeyan ku heya niha nayê zanîn di wê demê de çi qewmî, 3 caran TEVDA Press ê nivîsa xwe guherand û li ser navê çalakvaneke xwe yê li Ewropayê weşand, ev jî diyar dike ku mesicek bi wan gihiştiye, kîjan alî yan kîjan kes ev mesic bi wan gihand heya niha nayê zanîn.

Bi vê yekê YNK e wê bikeve di nava du hilbijartinan de, yan wê heya sibe alîgirên PKK ê serbest berde û stuyê xwe li himber PKK ê bitewîne, yan jî wê PKK e vê hetikberîya wan di sosyal medyayê de parve bike. Di herdu haletan de wê YNK e zirermend be, jiberku ger kesên girtî bihên azad kirin wê diyar be YNK ê karek pirr qirêj kiriye ku ew qas ditirse, ger jî azad nekin dîsan wê ew karê wan were eşkere kirin.

TEVDA PRESS yek ji rûpelên sosyal medyayê yên ser bi PKK ê ye ku weke saziyên din ên çapemeniyê yên ser bi PKK ê ve, rojane mijûlî dijayetîkirina Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, Xaîn kirina merovên Niştimanperwer û kesên Nasyonalîst û servîs kirina derewane, berevajî vê yekê jî hertim hewl dide kes û aliyên xaîn, xwefiroş û dije kurd weke kes û aliyên baş bide nîşandan, di dema rojên rabûrî de jî ev rûpel yek ji wan rûpela bû ku hertim ciwanên başûr pal didan ku xwepêşandanan bikin û baregehên hizbî û hikûmî bişewtînin, TEVDA PRESS hin caran bi awayekî germ dibû ku rasterast Cemîl Bayik dihat ber çavên merovî, bi awayekî ku her kes wisa difkirî ku Cemîl Bayik bi xwe vê rûpelê bi rêve dibe.

Pustên heman beş