Li saetên dawîn ên şeva rabûrî bi sedema karên provaksyon ên çend gerîlayên PKK ê li nêzî gundê Sigêrê yê ser bi Amêdiyê ve, şer û nearamî di navbera pêşmerge û gerîlayan de qewimî.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê ragihand, li şeva rabûrî bi sedema karên provaksyon ên çekdarên PKK ê ku nexwest li zalgeha pêşmergeya bisekinin, her wiha bi sedema bê rometîkirin û ne rawestan li zalgehê di navbera PKK ê û pêşmergeyên ser bi Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê ve şer derket holê.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kir, piştî ku tirombêleka çekdarên PKK ê li zalgeha pêşmergeyan nesekinî, pêşmergeyan teqeya hewayî li ser wê tirombêlê kiriye, lê belê çekdarên PKK ê her zû ji tirombêlê peya bûne û rasterast gulle berdane hêzên pêşmerge, bi vê sedemê şer û pevçûn dirust bûn.
Li gor zanyariyên destpêkî heya niha zirarên her du aliyan nayên zanîn,