PKK e berdewamiya xeta DAIS ê ye li Başûrê Kurdistanê

PKK e berdewamiya xeta DAIS ê ye li başûrê Kurdistanê

Her ku diçe, pîlanên PKK ê yên şerxwazyê li dijî Başûrê Kurdistanê pêtir zelal dibin, ev rêxistin bi her awayî be dixwaze ev perçeya Kurdistanê were têk birin û bê rumet kirin, ji boy PKK ê ne girînge ev yek wê bi tu awayî pêk were, xwe eger pêwîst be wê PKK bi terzê terorîstên DAIS ê jî tev bigere, PKK e dibêje ma qey terorîst ji me baştir dizanin terorê bikin, na zatin yê ku di vê mijarê de pir leheng emin.

Ji meha 10 ya vê salê ve, rêxistna PKK ê 5 “çalakî!” li Başûrê Kurdistanê encam dane, tu ji kîjan qoncikî li van çalakiyan binêrî, wê her bikevin di xaneya terorê de, ev çalakî evin:

Teror kirina Rêveberê Asayîşa Deriyê Sînorî ê Serzêrê Xazî Salih Alîxan

Teqandina Boriya petrolê ya Başûrê Kurdistanê

Teqandina mayînan bi hêzên pêşmerge ve li Çemankê

Şewitandina baregehên hizbî û hikûmî di xwepêşandanên Silêmaniyê de

Êrîşa ser pêşmergeyan li gundê nêzî gundê Sergelê li qeza Amêdiyê.

Di van hemû êrîşan de ku ev rêxistina ne Kurdistanî navê çalakiyan lê dike, yek terz hatîye bikaranîn, emê bi kurtasî şîrove bikin, piştre hûn biryarê li ser bidin, gelo ev welatparêzî ye yan jî terore tê kirin?

Di êrîşa yekemîn de ku têde efser Xazî Salih Alîxan têde hatîye hedef kirin, rêxistina PKK ê çekdarên xwe yên nîşaneşkên erkdar kirin, ev çekdar çûne ser mala Xazî Salih û bi çekê nîşaneşikên ew li nav zarokên wî şehîd xist.

Di êrîşa diduyan de, rêxistna PKK ê boriya petrolê ya Başûrê Kurdistanê teqand, gelo ger weke tu propaganda ji bo xwe dikî ku tu li dijî Tirkiyê tev digerî, çima we boriya Tirkiyê te neteqand û ya Kurdistanê teqand, ma ev borî ne çavkaniya sereke ya jiyara gelê Kurdistanê ye, ger weke hûn dibêjin ji bo zirar gihandin bi Tirkiyê we ew kar kiribe, ji xwe li nêzî boriya Petrola Kurdistanê sê boriyên din hene ku yek ji wan 100٪ tirkî ye û wê zirarên wê ji bo Tirkiyê pir zêdetir bin çima ew borî nehat teqandin?

Di êrîşa sêyemîn de, çekdarên PKK ê li sînorê navçeya çemankî, mayîn bi otombêlên pêşmergeyan ve teqandin, piştre bi çekê bî key sî û ar bî cî teqe li pêşmergeyên brîndar kir.

Di xwepêşandanên rojên rabûrî jî de, PKK ê çekdarên xwe bi cilên medenî şandin nava xwepêşanderan, wan baregehên hizbî û hikûmî û dibistan şewtandin, li kalemêran xistin.

Tişta ‘ecêb li vir ew bû, gelo bîra we tê wexta ku DAIŞ ê peyamên xwe yên gef xwarnê bi rêya dîmenên vîdyoyî û bi devê çekdarên xwe yên seruçav pêçayî parve dikirin, rêxistna PKK ê tam mîna DAIŞ ê, peyamên gef xwarnê ji bo hkûmeta başûrê welat bi rêya hinek çekdarên xwe yên seruçav pêçayî belav kir.

Di dawî êrîş de ku li şeva derbasbûyî pêkhatîye, çekdarên PKK ê teqe li nuqteyeke pêşmerge li nêzî gundê Sergelê ku dikeve rojhilatê navenda Amêdiyê bi dûratiya 3 KM û revîyan.

Gelo hûn çi ji bo va core êrîşan dibêjin? Ma qey ev çalakî ne PKK e dike yan jî şerxwazî û terore? Hûn dikarin cudatîyekê li nêvbera awayê tevgeriyana DAIŞÊ û awayê tevgeriyana PKK ê li dijî Başûrê Kurdistanê diyar bikin?

Pustên heman beş