Kurdên Êzîdî îsal Cejna Rojiyên Êzî pîroz nakin!

Kurdên Êzîdî îsal Cejna Rojiyên Êzî pîroz nakin!

Hat ragihandin ku îsal kurdên êzîdî ji ber nexweşiya vîrusa koronayê cejna Rojîyên Êzî pîroz nakin.

Wekîlê mîrê êzîdiyan bo karûbarên pêwendiyan Mîr Cewher Elî Beg ji medya Kurdistanê re ragihandiye, ji ber ku hîn metirsiya koronayê xilas nebûye, mîrê êzîdiyan biryar da îsal cejna Rojîyên Êzî neyê pîrozkirin.

Mîr Cewher gotiye, “Her gava nexweşiya koronayê xilas bû wê demê cejna me ye. Ji xwe dema keç û zarokên me yên di destê DAIŞê de jî bên rizgarkirin, emê zêdetir kêfxweş bibin û Şingal jî dê asûde bibe.”

Li gorî ola êzîdatiyê, kurdên êzîdî sibê 15ê Kanûnê dest bi girtina rojiyan dikin û roja înê jî Cejna Rojîyên Êzî ye ku sê rojan didome.

Pustên heman beş