Serokê serhildana yekem a Barzaniyan a li dijî dewleta Osmaniyan Şêx Ebdulselam Barzanî, piştî ku bi alîkariya îngilîzan tê dîlgirtin 14ê Kanûna 1914an bi biryareke bilez a dadgeheke li Mûsilê li ber çavê birayê wî Mele Mistefa Barzanî hat darvekirin.
Şêx Ebdulselam ê kurê Şêx Ehmedê Barzanî sala 1887an wek endamekî malbata şêxên Barzan hatiye dinê.
Şêx Ebdulselam, di serhildana yekem ya Barzaniyan a sala 1908an de serokatî kiriye û gelek caran zora hêzên Osmaniyan biriye, lê Osmaniyan bi alîkariya Îngilîzan tevgera Şêx Ebdulselam dane rawestandin û piştre jî hatiye dîlgirtin.
Şêx Ebdulselam ji ber ku bavê wî ji aliyê dewleta Osmanî ve sirgûnî Bidlîsê hatiye kirin, piraniya zaroktiya xwe li Bidlîsê derbas kiriye. Piştre tevî malbata xwe vegeriyaye Barzanê. Piştî wefata bavê xwe serokatiya eşîra Barzan kiriye. Eşîra Barzan di bin serokatiya wî de pêşketine berçav bidest xistiye. Hemû aliyên eşîrê bi hev girê daye û ew kirine yek.
Dema serokatiya xwe ya kurd de bi gelek eşîrên Kurdan re têkiliyên xurt daniye. Di rêya rizgarî û xelaskirina welatê Kurdan û axa wan ji bin zilmê û dagirkeriyê geriyaye.
Bi rêxistinên wekî Cemiyeta Kurd Tealî û Terakî, Hêvî û Cemiyeta Serkeftina Kurdistanê têkiliyan daniye. Li gel Şêx Mehmûdê Berzencî, Şêx Ebdilqadirê Nehrî, Îsmaîl Axa Şikak li ser mesela Kurdan hevdîtin pêk anîne.
Şêx Ebdulselam Barzanî, di bihara sala 1907an de tevî serokên eşîrên Kurdan telgrafeke ku daxwazên Kurdan tê de hatine nivîsandin ji desthilatdariya Bab-î Alî Osmanî re şandine û ev daxwaz rêz kirine:
Dîvê zimanê kurdî bibe zimanê fermî
Bi kurdî perwerdehî bibe
Karmendên li Kurdistanê divê bi kurdî bizanibin.
Dadgeh li gorî şerîetê biryaran bidin.
Bacên ku ji herêmê têne stendin divê li herêmê bête xerckirin hebûn.
Şêx Ebdulselam, piştî ku tê dîlgirtin 14ê Kanûna sala 1914an li Mûsilê bi biryareke bilez a dadgeha Mûsilê hat darvekirin. Wê demê parêzgarê Mûsilê Suleyman Nazîf bû ku bixwe jî kurdek bû, lê biryara darvekirina Şêx Ebdulselam bilez bicih anî.