Konsolê giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê ragihand, PKK hêzeka terorîstî ye û divê ji Herêma Kurdistanê derkeve.
Konsolê giştî yê Brîtanya li Hewlêrê, James Thornton, li ser rûpela xwe ya twîtterê wêneyeka wî pêşmergeyê ku şeva 13 vê mehê di êrişa çekdarên PKKê de li devera Amêdiyê ya Duhokê şehîd bû belav kiriye û li ser wêneyê jî peyamek belav kiriye û sersaxî daye malbata wî pêşmergeyê Kurdistanê.
James Thornton bi tundî ew karê PKKê şermezar kiriye û gotiye: PKK rêxistineka terorîstî ye û divê ji Herêma Kurdistanê derkeve.