PKK ê li Qamişlo êrîşî baregeha PDK-S ê kir

PKK ê li Qamişlo êrîşî baregeha PDK-S ê kir

Ev sê rojin bi awayekî sîstematîk baregehên partiyên Kurdistanî li Rojava Kurdistanê, ji pal rêxistinên PKK ê ve tên şewitandin, bûyer li ber çavên rêveberîya xweser tên encam dayîn.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kir, berbanga duh roja çarşemî 16/12/2020an, baregeha Partîya democrat ya Kurdistanê – Sûryê, li bajarê Qamişlo rastî êrîşekê ji pal hinek çekdarên nenas kirî ve hat, hewla şewitandinê hat dayîn.

Dest nîşan kir, wan çekdaran ku ji rêxistinên “Ciwanên Şoreşger” yên girêday PKK ê ne, xwest baregeha PDK-S ê bi şewitînin û hinek molotof avêtine di baregehê ve, lê belê tu zrarek pê neketîye û ev hewl rastî şkestinê hat.

Paş vê bûyerê hêzên Asayîşa Rojava gihane ciyê bûyerê û baregeha PDK-S ê ji pal wan ve hat dorpêç kirin.

Tê zanîn li meha tebaxa îsalê, baregeha PDK-S ê li Qamişlo ji pal rêxistinên “Ciwanên Şoreşger” ve hatbû şewitandin û siloganên PKK ê li ser dîwarên baregehê nivîsandibûn, li wê demê pêgeha me eşkere kir bû ku ev bûyer raste rast bi fermana Cemîl Bayîk tên encam dayîn, bi amanca xerab kirina danustendinên Rojava Kurdistanê ku li nêvbera PYD ê û ENKS ê dest pê kirine.

Ev dema sê rojane bûyerên nexweş li Rojava Kurdistanê çêdibin, baregehên partiyên Kurdistanî tên şewitandin, siyasetvan tên tehdîd kirin, her yêk ji baregehên ENKS ê li Amûdê û Dirbasiyê, baregeha Partîya Elwehde li Hesekê û Qamişlo hatine şewitandin, Rêveberîya Xweser jî hîna niha tu lekolîneke ciddî di vê derbarê de dest pê nekirine.

Pustên heman beş