Îranê îro ciwanekê Kurd bidarvekir

Rejîma Îslamî a Îranê, serê sibeha îro, ciwanekê Kurd li girtîgeha navendî a bajarê Seqizê ê Rojhilata Kurdistanê bi darvekir.
Rêxistna Hengaw a mafên mirovan belav kir, îro roja pêncşemî 17/12/2020an, cezayê bidarvekirinê li ser ciwanekê Kurd ji bajarê Seqizê, li girtîgeha wî bajarî hat cî bi cî kirin.
Dest nîşan kir, ev ciwan bi navê “Mihemed Muradî” ye, berya 5 salan ew li ser dosiyeka kuştina enqest hatibû bin çav kirin û îro cezayê bi darvekirinê li ser hat cî bi cî kirin.
Rejîma Îslamî a Îranê di îsalê de bi dehan ciwanên Kurd bi darve kirine, piranî jê li ser çalakiyên siyasî, endametîya partiyên Kurdistanî û kuştina bi enqest tên bi darvekirin, rêxistnên mafên mirovan yên cîhanê rejîma Îslamî bi tundî li ser dewam kirina darvekirinê li wî welatî rexne dikin û jê xwestine dev ji cezayê darvekirinê berde.