Nirxandinek li ser PKK û pirsgirêka ala Kurdistanê

Îro roja ala Kurdistanê Ala Rengin e. Bi deh hezaran kur û keçên Kurd canê xwe dan ku Kurd jî bibin xwedî ala. Ala tê wateya welat. Ne hewce ye ku mirov vê yekê nîqaş jî bike. Her kes bi sembolên xwe têne bîranîn û nasîn. Hê di dîroka arkaîk de jî totem bûn. Totem sembolên civakê ne û sembolên ku wî tîne bîra wî ew kî ye. Ala sembolek e ku “mirov kîye ji ku hatîye” didenasîn. Ango bîrdank û nasnameya qewmîyetê ye. Em kurd jî xwedî ala û sembolin. Lê belê, Kurdan di mijara alê de, wekî di mijarên din de, li derveyî diyalektîka gerdûnî nêzbûne. Lê hinek dewrûber dijî ala ya xwe dijminetî dikin.

Du welatê dijminê hev weke Kore ya Başûr û Bakûr lê dîsa jî kore ya bakûr ala koreya başûr ji bo xwe weke ala qebûl dike. Ew nabêjin ew ala Koreyîya temsîl nake. Koreyî li ser alayê nîqaş nakin. Gelên li Ewrûpa di navbera welatan de hatine parve kirin jî li ser alê çi nîqaşa nakin. Kî vê dike, Kurd wê dikin. Cîhanek fikrên çep di bin serokatiya PKK de dijminahiyek mezin li ala Kurdistanê dike.

Mustafa Karasu, pêşengê dijminatîya ala rengîne

PKK ala Kurdistanê qebûl nake. Ala rengîn di ti çalakiyên PKK ê de nayê bikar anîn. Cara yekem ku PKK ê rengê Ala bikar anî, pêvajoya Kongira-Gel di 2003-2004 an de bû. Wê demê, PKK ê wê deme derbasî sîstema kongre yê dibo ango xwe ji sîstema partî ya derdixist. Gel jî beşdarî kongreyên wan bibûn. Li her deverê wêneyên daleqandî yên Ala rengîn di çapemeniyê de xuya dikirin.  Lê Mustafa Karasu yekem kes bû ku ji vê rewşê acizî ya xwe dayî dîyarkirin. Ew dibêje, “Ew ala pergala feodal û xeta PDK ê ye, ew me temsîl nake.” Dûv re Evdila Ocelan li ser Ala rengîn ev tişte got: “Ev al ala Barzanî ye, ew ala dewletxaza ye. Ew dixwazin gel bi vê alê ve girêbidin û Kurdistanek piçûk wê ava bikin. Ew ê Îsraîl a duyemîn jî ava bikin. Em vê alê red dikin. Ala me ala Konfederalîzmê û biratîya gela ne. Ne ya netew dewleta ne” Piştî vê sozê, Ala rengîn ji bo PKK ê dibe motîfek dijminatî yê.

Nûke, gelek rewşenbîr an kesên nîyetpak hêvî dikin ku helwesta PKK ê li hember Ala rengîn xelet e û ev têgeha PKK ê dê were guhertin. lê nîyetên pak vê rastÎya PKK ê nikare biguhere. Ji ber ku helwesta PKK ê li hember Ala regîn ne taktîkek e, ew rewşek stratejîk e. Ew bi hebûna ontoljîk (ilmêhebûnê) a PKK ê ve têkildar e. PKK di vê yekê de hewlek taybetî dide û bi çend sernavên sereke êrîşî Ala rengîn dike.

PKK: Ala semboleke paşverûye

Dema ku Evdila Ocelan di sala 1999 de hate Tirkiyê, bi lezgînî îdolojiya xwe guhert li ser peyvên Netew-dewletê berevajî kirin û manîpulasyonek mezin çêkir. Li gorî vê yekê, têgeha netewe wekî têgehek paşverû hate nîşan kirin. Di vê yekê de, ramanên hin fîlozof û anarşîstan wekî mînak hatin destnîşan kirin. Bi taybetî jî kesên weke mîna Murray Bookchin in. Rexmê sed sal bêparbûna nasnameyê, înkarê, ciwan bi zimanê dayikê nizanin, hemwelatiyê super-hêza cîhanê ya Emerîka ku ji hemî mafên vê hemwelatîbûnê sûd werdigire, xwedî pasaportek e, mafê wî heye ku bi zimanê ku ew dixwaze biaxive, heke ew bixwaze dewleta ku tê de ye hilweşe, ew dikare li zanîngehan ders bide. Ango kesekî hemwelatîyê Emerîka ji bo gelê Kurd yê ku bindest, hejar, bênasname weke îdol tê destnîşankirin.

Em behsê ramana Murray Bookchin kem û kurtîyan anjî xeletîya nakîn. Anarşîstên ku niha li cîhanê beşa herî marjînal, herî bi pirsgirêk, bêçareserî û xwe-rastîn in, ji bo Kurdên ku dixwazin werin tunekirin, xwedî pirsgirêkên ziman, nasname û hebûna xwe ne, û ku bi qirkirinê têne ferz kirin, wekî çareseriyek têne nîşandan. Ev yek Kurd mehkumî bêçareserîyê kirine.

Tiştê mentiqî ev e ku ger PKK nasnameya neteweyî û dewletê xelet bibîne, divê pêşî êrîşî nasnameya netewe û dewletên dagirkerên Kurdistanê bike, yên ku zilmê li Kurdan dikin biken. Lê belê, têza Evdila Ocelan ya bingehî ewe ku nasnameya Tirkiye bûnê xurt bike. Ger hûn ne li dijî dewleta tirk in, wê çaxê hûn çima li dijî dewleta kurd in? PKK; tenê nasnameya neteweya Kurd red dike, tenê netew-dewleta Kurdistanê red dike.. Ji xeynî vê yekê, tu bejnek tune. PKK tenê ala Kurdistanê red dike û bejna xwe li ber alê yen dagirkeran ditewîne.

Malbatek Silêmanîyê ji bo rakirina Ala rengîn li Trabzon ji hêla komek faşîstên Tirk ve hate derbkirin. Her wisa, di şahiya PKK ê de li ber dêra Koln-Dom, welatparêzên ku ala Kurdistanê bilind kirîn ji qada xwepêşandanê hatin derxistin. Helwesta PKK ê li hember Ala rengîn bi ya Tirkan re yek helweste

PKK: Ev al ne ala Mahabadê ye

Ji ber ku PKK dizane ku dê tevahiya gel bi nîqaşên îdeolojîk yên dirêj nahêne razî kirin, di heman demê de bi hestên mirovan re vegotinekê jî diafirîne. “Ev al ne ala ku li Mahabad hatî daleqandin e,” ew dibêje. Ji bo ku vê axaftinê pêxe nava mejîyê gel de trollên medyaya civakî yên PKK dest bi direw û çewtîyan dikin. Armanca PKK ê tenê afirandina bêbawerî û bêrûmetiyê ye, li hember Ala Kurdistanê.

Lê belê, ji sal 1920’de Teşkîlati Îctîmaîye Cemîyetî ev ala çêkiribû. Li wê rojê heya îro digel guhertinên piçûk, Alarengîn bûye sembola Kurdan. Heman al 17 Kanûn 1945 li Mahabad ê hate hildan. Ev sembol ji hêla parlamentoya Kurdistanê ve, ku ji kesên ji hêla gel ve hatine hilbijartin, pêk tê, hate pesend kirin. tiştê ku divê PKK rêz lê bigire îradeya parlamentoyê ye. Ya ku PKK li pişt pirsgirêka alê vedişêre dijminatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. PKK li vir statûya rewa û siyasî bi tenê gotina Başûr binav dike. Rêveberiya Hikumeta Herêma Kurdistanê qebûl nake. Red kirina ala Kurdistanê ji red kirina Hikumeta Herêma Kurdistanê têd.

Tevî ku Rojava statûyek wê ya navneteweyî tuneye û ew tenê ji hêla komek PKK ve tê rêve birin û al hate hilbijartin, rêveberiya Başûrê Kurdistanê û çapemenî ya wê jê re dibêjin Rêveberiya Xweser a Rojava, ne tenê  Rojava. Rêveberiya Rojava dikare ala xwe li seranserê Başûrê Kurdistanê veke. Lê belê, li Rojava, Alarengîn bi xêra danûstandinên çend mehên dawî yên bi pêşengiya Emerîka ve tên meşandin de hinekî li asîmanê Rojava hejîya.

Rastiya PKK ê ya partîzanî û bêrêzîya nirxên neteweyî hewceyî îzah û lêkolînê ye. Lê ya teqez ev e: Dijberiya PKK ê ya hemberî Alarengîn dijatîya Kurdayetîyê ye.

Pustên heman beş