Nexşeya PKK ê ya “Hilweşandina Kurdistanê” û şehadeta pêşmergeyekê li Amedîyê

Nexşeya PKK ê ya"Hilweşandina Kurdistanê" û şehadeta pêşmergeyekê li Amedîyê

Şeva 14 ê kanûn ê, PKK ê êrîşî nuqteyek kontrola rêkê ya pêşmerge yan li Amedîyê kir û pêşmergeyek şehîd kir. Bûyera Amedîyê bi rastî ne tenê bûyera Amedîyê ye. Bûyera Amedîyê perçeyek ji nexşeya mezin a Kurdistanê ye. Ew nexşeye weke tevnekê dijî Kurd; çiqek xwe li Enqere çiqek xwe li Tehran û çiqek xwe jî li Qendîlê bingeh digire.

Ne xelet e ku mirov pêvajoya PKK ê bi Zinî Wertê ve hatî destpêkirin wekî “Pilana hilweşandina Kurdistanê” bi nav bikîn. Piştî PKK ê dît ku bingehê tifaqên wê yên sîyasî wenda dike, bi çav sorî ji her alî ve bi hêrsek mezin êrîş dike ser nirxên Kurdistanê. Lê ya balkêş eve ku devera ku PKK êrîşî ser dike ne dewletên dagirkerin, PKK e êrîşî Kurd û Kurdistanê bixwe dike.

Bûyera Amedîyê senaryoya pilansazkirî ya PKK ê ye

Bûyera Amedîyê beşek ji nexşeya têkbirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye di nava komploya mezin a PKK ê de. PKK ê Bi vê bûyerê re, dixwest bi kevirekî çend çûkan bikuje. Lê bûyer tam wekî ku wî dixwest çênebû.

Wisa diyare ku PKK ê dixwest li Amedîyê pilanek cûda çêbike. Ew nuqta kontirolê ya ji hêla PKK ê ve hatî êrîş kirin bi salan e li wir heye. Wê şevê çi çêbibû ku kêşe derket? PKK ê dixwest provakasyonek bi afirîne û hin bûyerên vê dawiyê bi veşêre.

Pilana PKK ê şeva 14 ê kanûn ê dest pê kir. Wan li nuqteyek kontirolê bûyer derxistin. Di heman demê de rokêtên RPG-7 jî bi wan re bû. Ew çi rasthatinî bû ku li wir Gerîllayek weke rojnamevan bi navê Firat Botan, li nêzîkê bûyerê bi zindî tevlî TV bû û bûyer weşandikir. Lê belê, bi giştî, Gerîlayên PKK ê ji ber tirsa balefiran nikarin serê xwe ji kunê derbixin. Lê wê şevê, Gerîlayek li xaniyekî gundî de sekinî bû (navê gund em nadîn) bi têlefonê li gel TV PKK ê li ser bûyerê di axivî. Bi gotinek din, bûyer ji berê de hatî pilankirin. Her tişt amade bû. Xuya bû ku PKK ê di xwest bibêje “wan êrîşî min kirin” ez mexdûrim, min tenê xwe parastîye. Bi vê sînaryoyê dixwest êrîşa xwe ya li ser Pêşmerge biveşêre. Piştî Pêşmergeyek şehîd bû êdî ew mecale ku PKK e bibêje wan êrîşî me kir nemabû.

Bi rastî, PKK ê pilan kiribû ku di mijara Silêmaniyê û Şingalê de xwe paqij derbixe û bi bûyera Amedîyê ve jî gavek nû bavêje. Heke em nuke vegerîn paşerojê û bûyerên qewimîn bînîn berhev ka dê çi dîyar be.

Navtêdanên ji heyva çirîya pêşî û vir de

Dema ku PKK ê di 8 ê çirîy ê de yekem car Xazî Salih Alixan şehîd kirî, PKK e we di fikirî ku dê Hêzên Pêşmerge yekser êrîşî wan bikin. Lê welê çênebû. Hê roja yekem, birayê Xazî Salih got “PKK ê birayê min kuşt.” Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiryarê bûyerê eşkere nekir, û bersiv neda. Dûv re PKK boriya neftê teqand û li ser rêya Pêşmergeyên li Çemankê mayinek danî û bi çekên giran li pasawanên bîrên neftê xistin. PKK ê dîsa ew provakasyon kir, û di fikirî ku dê yekser Pêşmerge êrîş bike ser wana. Lê ew jî çênebû.

PKK ji bo Tirkîya û Heşda Şabî rê vedike.

Rêveberiya Kurdistanê lîstik dît û neket xefikê. Rêveberiya Kurdistanê baş zanîbû ku heke pevçûnek li gel PKK ê çêbibe, Tirkiye dê were pêşdatir û şansê destwerdanê li Kurdistanê kirine dê jêre ava bibe. Li aliyê din, wê Haşda Şabî werît. Ya rast, ya ku PKK e dixwaze bike jî eve ye. Sedema ku PKK ê dijî Peşmerge dest bi şer kirinê kirî bi rastî ewe ku hem Haşda Şabî hem jî dewleta Tirik têkevin Kurdistanê. Ya ku em jêre dibêjin barbarîn eve. Ji bo ku pêşî li hilweşîna wê bigire, PKK e bûye taşaronê nexşerêya hilweşîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ev erk ji bo PKK ê hatiye dayîn. Ger PKK nikaribe vê erkê de serbikeve, ew ê tune bibe.

Ma PKK ê ew qas çav sore? Erê, ew qas çav sore. PKK ê berê bi Heşdî Şabî re tifaqek cidî kir. Ji 2015an de, PKK jî hêzên xwe yên Şingalê bi Heşda Şabî ve girê da. Di dawiyê de, wan ev hevkariya li Şingalê xurt kir.

Nexşerêya PKK ê ew bû ku piştî Cotmehê li herêma Behdînan şer bide destpêkirin û di çirîyê de li Silêmaniyê bi hev re ciwana bixe nava bizavekê. Gava ku PKK ê nikaribû şerê Pêşmerge bide dest pê kirin, ew neçar bû û berê ciwanan da kolanên Silêmanîyê.

Lêbelê, PKK ê ji bûyera Sileymaniye nekarîbû encama ku dixwest werbigire. Bûyera Silêmaniyê ne bû girseyî. Pirsgirêka ku kesên bûyer çêkirine zû keşif bû ku ji derve anîne.

Kê li Silêmanîyê bûyer derxistin?

Rêxistina Ciwanan Komela Ciwanên Başûr, ku ji hêla rêvebirîya PKK ê ve di bûyera Silêmaniyê de tê rêvebirin, Komeleya Karkerên Mezopotamya yê xebatek li Silêmaniyê dimeşîne, rêxistina bi navê NLP ciwana ji bû bûyeran de rêxistin dike. PKK difikirîn ku dê piştgiriyek girseyî ji YNK, Newey Nu û tevgerên din hebe, lê ew pêk nehat. Bi rastî, her çend bûyera Silêmaniyê nesekinibe jî, lê weke ku PKK ê dixwest rêveneçû.

Pirovakasyona PKK ê ya li Amedîyê bi rastî armanca wê piştgirîkirina bûyerên li Silêmaniyê ye.

Ji ber vê yekê, em dibêjin ku bûyera Amedîyê ne tenê bûyere ke Amedîyê eleqedar dike. Bûyera Amedîyê di pilana PKK ê ya têkbirina Kurdistanê de ye. Pêşmergê bi navê Cahit Abdurrahman Emîn ku li Amedîyê hat şehîd kirin, dema ku wî dixwest ku pêşîyê pilanek wisa berfireh bigire, şehît ket.

Ji ber rêzgirtin ji bo bîranîna şehîd Cahîd Ebdulrehman wê Hemî hêz û taşeronên vê pilanê de cî digrin wê vala werin derxistin. Tu hêz nikare pilana hilweşandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê cîbecîh bike.

Pustên heman beş