Piştî ku pîlana PKK ê ya ku bi hevbeşî di gel her yek ji YNK ê û Newey Nwê û hinek aliyên din di nava Başûrê Kurdistanê de plan jêre hatiye danîn ku bi vê planê dixwest li jêr navê xwepêşandana rewşa Herêma Başûrê Kurdistanê têk bidin serketin neanî, PKK ê dest bi dijberiya hevserokê YNK ê ku bi yek ji kesên guhbidestên PKK ê tê zanîn kir.
Yekem car li roja 13ey meha berfanbara îsal, PKK ê bi rêya yek ji hesabên xwe yên di medyaya civakî de bi navê TEVDA PRESS dest bi gefxwarinê li hevserokên YNK ê kir, PKK ê di medyaya xwe ya sîber da gef li hevserokên YNK ê kirin û diyar kir, ger YNK e di dema 24 demjimêrên din de kesên hatiye girtin ku piraniya wan alîgrên PKK ê û endamên Rêxistina Ciwanên Başûr yên ser bi PKK ê ve ne azad neke, PKK e dê hetikberiyeka YNK ê ku li 14ê mijdara 2020ê da qewmiye li Komîsyona Ewropayê parve bike. Lê weke diyar Lahor ji dest dana rûmeta xwe baştir dibîne ji jidestdana bajar, desthilat û nifoza xwe ya siyasî.
PKK ê û YNK ê dixwest nexşaya ku bi îxaneta 16ê Oktoberê dest pê kirî bi van xwepêşandana bi dawî bînin
PKK ê û YNK ê bi hevparî dixwest rewşa abûrî a xerab li başûrê kurdistanê ji xwe re weke delîveyek zêrîn bikarbînin û bi vê yekê dijatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin û bi temamî wê nexşaya ku bi îxaneta 16ê Oktoberê dest pê kirî bi van xwepêşandana bi dawî bînin, lê belê PKK ê bi rêya rêxistinên xwe yên li Silêmaniyê semta xwepêşandana guherî û bûne sedemek ji bo xerabtir kirina rewşa Silêmaniyê û xetere xistine ser desthilata YNK ê bi xwe jî, yekem car xwepêşandan bi awayek demokrasî hatin sazkirin, lê belê PKK ê bi rêya grûpên paramîlîter semta xwepêşandana guherî û dest bi şewtandina baregehên partiyan û saziyên hikûmî yên dikevin sînorê Silêmaniyê kir, rewş pirr xeter bû, Lahor cengî ji nû ve fêm kir ku PKK ê ew xapandiye û fêl li wî kiriye, Lahor fêm kir ger rewş bi vî awa berdewam be wê di zirara wî û di berjewendiya PKK ê de rewş bi dawî were, bi vê yekê ku Lahor cengî jî bi kesek berjewendxwaz weke berjewendxwazên grûpa Enqerê ya PKK ê tê naskirin, fermana girtin û lêxistin û ne hiştina xwepêşander û xwepêşandanan da, her di zû de hejmarek herî zêde a xwepêşanderan hatin girtin, pey re eşkere bû ku piraniya wan endamên PKK ê ne.
Li virr bû ku PKK ê dest bi gef xwarnê li YNK ê krî daku endam û alîgrên wê serbest bên berdan, lê belê weke dixuye Lahor cengî ev xwasteka PKK ê bicî ne aniye û her ji ber vê yekê PKK e niha êrîşî ser Lahor ê xwe dike, ew Lahor ê ku PKK ê bi xwe bi destê xwe û bi fermana Îranê kirî kesê yekem li Silêmaniyê.
ne Lahor Cengî PKK e bi temamî naskiriye ne jî PKK ê Lahor bi temamî naskiriye
PKK e niha di TEVDA PRESS de dijatiya Lahor Cengî dike û di nûtirîn nivîsa xwe de, ev hesaba medyaya civakî ku ser bi PKK ê ye dinvîse, “li gor agahiyên me Lahor Cengî sê trombêlên Toyota Land gross li ser sê berpirsên ku xwepêşander girtîne û ew eşkence dane, bi navên Westa Hesen, Lîwa Umer û berpirsek din parvekirîne”. Di dirêjiya nivîsa xwe de TEVDA PRESS dibêje, “ev yek di demekî de ye ku duh Lahor Cengî serlêdana malbatên şehîdan kiriye û daxwaza lihevhatina ‘eşayirî kiriye û soza siza dayînê jî daye”. PKK ê bi vê nivîsê xwestiye kesê ku pêş niha weke kesek dewletmedar, siyasî û pir serdemiyane dida nîşandan bi kesekî ‘eşayirî û dor ji etekêtên dîplomasî nîşan bide.
Ev yek dide diyar kirin ku PKK e ji kesê re nabe mal, her kes çi qas xizmetê ji PKK ê re bike, her dema ku pêngavek biçûk jî li dijî wê avêt wê bikeve ber êrîşên PKK ê, evca çi êrîşa bi çekê be yan jî êrîşa bi serên qelemên tûj kirî, wisa xuya dike ku ne Lahor Cengî PKK e bi temamî naskiriye ne jî PKK ê Lahor bi temamî naskiriye.