Çekdarên Yekîneyên Parastna Gel YPG ê bi fermana Qendîlê û bi terzê leşkir û îstixbaratên Rejêma Sedam, dest avêtîye revandina kesukarên Pêşmergeyê Roj li Rojava Kurdistanê, di 24 sa’etên derbasbûyî de, hejmareke şênîyan revandine ku bavên Pêşmergehane.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kir, di 24 sa’etên derbasbûyî de, çekdarên YPG ê bi otombêlên leşkirî û çekên giran ve bi ser gundê bi navê «Tokil» yê girêday «Dêrkê» li Rojava Kurdistanê de girtine, çekdaran li destipêkê gulle avêtin û piştre bi ser malan de girtin ji bo pişknîn û lêgerînê.
Dest nîşan kir, ev bûyer li sa’et 4:00 serê sibeha roja eynî 18\12\2020an çêbûye, çekdarên YPG ê paş ku êrîşî malan kirî û deriyên wan şikandîn, 4 şînî ku ji kesukarên Pêşmergeyê Roj n, ji gund revandin û navên wan evin:
Ebdulmenaf Mehmûd Omer
Mihemed Selîm Derwêş Îbrahîm
Ebdul’ezîz Omer Silêman
Ebdul’ezîz Hacî Mehmûd Silêman
Tê zanîn ev kes temenê wan di nêvbera 48 heya 67 salan dene, xortên wan di nava rêzên Pêşmergehê Roj de ne.
Çavkaniyên pêgeha me eşkere kirin, çekdarên YPG ê bêrêzî bi van kesan kirine, dest û çavên wan girêdane û bo ciyekê nediyar revandine ku hîna niha tu agahîyek jê nayê zanîn.
Çekdarên YPGê li destpêkê mîna terorîstên DAIŞ ê gund bi otombêlên leşkirî dorpêç kir û piştre bi terzê terorîstan gulle avêtin û êrîşî malên wan kesan kirine.
Li gorî agahiyên ku taybet ji bo pêgeha me hatine şandin, çekdarên YPG ê bi fermana Qendîlê ev karê bi terzê terorê encam dayî ye, weke tolhildanek ji boy êrîşa dû rojên rabûrî a Sihêla, wexta ku hejmareke çekdarên wan xwestî bi rêkên nemeşro’ sînorên Başûrê Kurdistanê bibezînin, lê belê ji pal hêzên Pêşmerge ve rê lê hatîye girtin.
Li başûrê kurdistanê jî li serdema Rejîma Be’s a Sedam Hisên, leşkir û hêzên îstixbarata rejîma berê bi heman awayî bi ser gundan de digirtin û şênî di revandin.