Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan ê Herêma Kurdistanaê, Serbest Lezgîn diyar kir ku rêxistina PKKê Şengala dagir kiriye û li Iraqê hin kom jî bi PKK ê ra şirîkatiyê dikin.
Lezgîn daxuyanî da Kanala K24ê û pirsgirêka PKKê ya ku Şengal dagirkiriye û lazim e li gorî lihevkirina peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê da vekişiya, nirxand.
Di axaftina xwe da Lezgîn got: “Li Şengalê PKK û komên girêdayî wê ne hê jî disekinin. Ew herêm dagir kirine û li wê derê disekinin. Li Iraqê hin kom jî alî PKKyê dikin û pê ra şirîkatiyê dikin. Heta hatiye merheleyeke wisa ku PKK cil û bergên wan koman li xwe dike. Diçin serdanan. Di heman demê da ji ser wan koman ji hikûmeta navendî ya Iraqê mehaniyê jî distînin”.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 9ê Berfanbarê da daxuyanî da û got: “Em li bendê ne ku Peymana Şengalê bê sepandin lê hê jî tu sepandinek neketiye rewacê. PKK û tu hêzêke girêdayî wê ji Şengalê derneketine. Bi tenê ji bo çend saetan cil û berg guhertin û vekişîn Çiyayê Şengalê û paşê dîsa paşve vegeriyan. Hejmara wan jî zêdetir bû”.
Di navbera Bexda û Hewlêrê da di cotmehê da Peymana Şengalê hatibû îmzekirin û li gor peymanê hemû hêzên ne yasayî di nav de PKKe wê ji herêmê bihata derxistin.
Piştî peymana di navbera Bexda û Hewlêrê da rêveberiya Bexdayê hêzên polêsan li herêmê bi cî kir û dosyayên ewlehiyê hilda bin kontrola xwe.