Mike Pompeo: Rûsya li pişt êrîşên ser hikûmeta Emerîkayê de ye

Mike Pompeo: Rûsya li pişt êrîşên ser hikûmeta Emerîkayê de ye

Wezîrê karên derve yên Emerîkayê mike Pompeo ragihand, Mosko li pişt êrîşa elîktronî ya saziyên hikûmî yên Emerîkayê ye.

Li gor raporekê ku di BBC News de hatiye parvekirin, êvara îro Mike Pompeo wezîrê derve yê Emerîkayê ragihandiye, mosko li pişt êrîşa elîktronî ya ser saziyên hikûmî yên Emerîkayê ye.

Pompeo êrîşa elîktronî ya li ser Wezareta Gencîneya Emerîkayê û hin sazî û wezaretên din bi xeratirîn êrîşên elîktronî dan zanîn û di vê derbarê de ragihand, em dikarin bi zelalî bibêjin ev Rûsya ye ku van çalakiyan li dijî me pêk tîne.

Wezîrê Karên Derve yên Emerîkayê zelalî yên zêdetir li derbara êrîşê neda, lê belê Rûsya yê red kir ti roleke wê di wan êrîşan de hebe.

Pustên heman beş