Heger PKK e wiha bidome, arteşa Tirkiyê wê tune bibe!

Heger PKK e wiha bidome, arteşa Tirkiyê wê tune bibe!

Rêxistina PKK ê amara îsalê a zirarên canî yên eskerên Tirk parvekirine û dibêje: “Gerîlayên me pêtirî 900 eskeran qetil kirine, hemwext 227 Gerîla canê xwe ji dest dane”, ev yêk dihête wê watayê ku heger ev derewa PKK ê rast be, arteşa Tirkiyê wê di nava çend salên pêş me de îmha û tune bibe!.

Duh roja şemî 19/12/2020an, Rêveberîya PKK ê îlan kir ku di şer û pevçûnên îsalê ku li nêvbera Gerîlayan û arteşa Tirkiyê de qewmîne, 946 eskerên Tirk, 227 Gerîla hatine qetil kirin, li heman demê 24 kesên sivîl.

PKK e dibêje: çekdarên wê 393 çalakî li dijî arteşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê encam dane, li himber Tirkiyê 1275 êrîşên hewayî û 120 êrîşên bejahî encam dane.

Li gorî PKK ê, eskerên Tirk derbeyeke mezin pê ketîye û heger PKK e wusa bidome, arteşa vê dewletê wê di nava çend salên pêş me de îmha û tune bibe!.

Gelo PKK ê di îsalê de mala Tirkan wêran kir yan ya Kurdan?

Her kes dizane di sala 2020an de PKK ê çi malwêranî bi serê Kurdan kir, cenga ku PKK ê weke serketin nîşan daye, tam berevaje, tişta ku PKK e têde serketî cî bi cî kirina ecêndayên Tirkiyê ye bi rêja 100%, li van xalan binerin û hûn biryarê bidin:

Di sala 2020an de bi taîbet paş êrîşa mezin ya meha xizîranê, li saya serê rêxistina PKK ê çi qewmî:

  • Pêgeha Tirkiyê pêtir di Başûrê welat de bihêz ket.

  •  Nêzî 15 kîlometroyan korahî ketin di axa Başûr de.

  • 54 gundên Başûr bûn meydana şer û ji şênîya vala man.

  • Haftenînê ket û PKK e ji sînoran paşvekişîya û nêzî gund û bajarokan bûye.

  • Şer û êrîşên hewayî yên dewleta Tirk nêzî bajarokan bûn.

  • Tirkiyê 28 nuqte û baregehên xwe li Başûr li navçeyên sînor zêde kirin.

Gelo ma qey ev serketine? Belê serketine lê ji boy kê?! zaten ji boy Tirkiyê û koçikên Qendîlê ku ev xizmete ji bo Tirkiyê kirine.

Li bîra we be ku tenê di payîzê de PKK ê wusa Tirk ceza kirine:

  • Birêvebrê asayîşa sînor a Serzêrî Xazî Salh Alîxan teror kir.

  • Borîya petrolê a Kurdistanê teqand.

  • Li Çemankê mayîn bi Pêşmerge ve teqand.

  • Li Amêdiyê êrîşî Pêşmerge kir.

  • Li Sihêla êrîşî Pêşmerge kir.

Em vegerin wê amara ku PKK ê duh îlan kirî, xweyaye ku di her cengekê de, servîs kirina nûçeyên zirarên dujmin bi zanebûn tê kirin, armanc jê berizkirina morala hêzan û şikandna morala hêzên dujimine, lê belê ev yêk li ser cenga şanoyî a PKK ê li dijî Tirkiyê nameşe, çima? Emê bi kurtasî bibêjin.

PKK e bi van derewan fikra gelê Tirk li himber Kurdan radîkaltir dike

Amanca PKK ê ne berizkirina morala Gerîlayane, ji ber ku Gerîla xwe mobayleke asayî jî pêre nîne, evca wê bi tu awayî destê wan bigehe înternêtê û sosyal medyayê, ya rast, parvekirina nûçeyên derew li derbara kuştina eskerên Tirk, bera her tiştî fikra Tirkan li himberî Kurdan yekgirtî û radîkaltir dike, ev nûçe dibin sedem ku gelê Tirk bi hemû hêz û şiyanên xwe piştgiryê bidin hengavên hikûmeta Erdogan ên girtina beşeka herî mezin a xaka Başûrê Kurdistanê.

Pêgeha Darka Mazî li naverasta vê salê mijarek li vê derbarê de parvekribû û têde bas li wê rastiyê kir ku her Kurdekê bi serketina cengawerên Kurd li himber arteşa Tirkiyê kêfxweş nebe, pêwîste ew gomanê ji Kurdibûna xwe bike û weke di edebyatên Kurdî de hatî, ev kes bi “Kurdên xwefiroş” hatine nav kirin.

Lewma eva ku divê nivîsê de heye, nahêt wê watayê ku em dixwazin serketinên Gerîlayan berze bikîn, lê belê pêwîste em di hişyar bin ku nûçeyên nerast û berevaj kirina rastîyan, pir caran zirarê bi doza neteweya me digihîne.

Lewma li dumahyê em dibêjn: xwezî derewên PKK ê rast ban û rojane bi hezaran kes ji arteşa Tirkiyê hatban qetil kirin, xwezî derewên PKK ê rast ban û Efrîn, Girê Sipî, Serê Kaniyê bi wî awayê hov ji dest neçûban, xwezî PKK ê bawerî bi mafê serxwebûna yekcar a niştîmanê Kurdan û serxwebûna Kurdistanê hebaye û xwîna van hemû ciwanan ji bo berjewendîya dewletên dagîrker nehatba rêştin, xwezî û hezar xwezî Gerîla û endam û alîgrên PKK ê li şûna radîkalbûnê bi awayekî lojîkî siyaset, gotar û biryarên rêxistinê nirxandiban û li merema rastîn a rêvebir û serukanîya sereke a biryaran “Îmraliyê” têgehiştban.

Pustên heman beş