Çeteyên Tirkiyê Kurdên Mabatayê direvîyn û eşkence didin

Çeteyên Tirkiyê Kurdên Mabatayê direvîyn û eşkence didin

Çekdarên opozisyona Sûriyê yên di bin fermana arteşa Tirkiyê da kar dikin, bi dehan welatiyên sivîl ji navçeya Mabatayê li herêma Efrînê revandin.

Hat ragihandin ku çekdarên girûpa Cebhe Elşamî ye di 24 demjimêrên rabûrî da bi ser navçeya Mabatayê da girtine û xistîye dorpêçê, bê destûrî dikevin malan û li welatiyan diden û di revînin.

Li gorî agahiyên destê me, hejmara kesên ku hatine revandin nayê zanîn, lê ev hejmar bi nêzî 60 kesan hatine dest nîşan kirin.

Êrîşa komên çekdaran li ser Kurdên Mabatayê a navçeya Efrînê, hemwexta kiryara 18 vê mehê tê wexta ku mayînek bi otombêleke vê girûpê ve teqyayî ku hejmareke çekdaran têde hatbûn qetil kirin.

Pustên heman beş