Vegerîn bo dîrokê.. Şehîd kirina Pêşmergey li jêr perdeya alîkariyê!

Navên wan şehîdan evin: Idrîs Cercîs bi kod navê Ehmed Kadir - dayîkbûn 1953 / gundê Berbîrê li devera Şêxan. Se'dulla Avdel Se'do - dayîkbûn 1954 / gundê Xilbîşê li devera Bamernê. Mihemed Hemdî - dayîkbûn 1949 / gundê Wermêlê li devera Bamernê. Nizar Mihemed Silêman - dayîkbûn 1966 / gundê Xirabîya li devera Zawîte. Xalid Adem Hisên - dayîkbûn 1966 / gundê Wermêlê li devera Bamernê. Nezmî #hmed Çolî, dayîkbûn 1969 / gundê Wermêlê li devera Bamernê.
  • Hamd Gewherî

Newroza 1989an ew şeş kadiro û Pêşmergehên li xwarê yên Partîya democrat ya Kurdistanê, weke yekem girûpa Pêşmergehên navçeya Behdînan, paş Enfalan xwestin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin ji bo ku pêwendiyê bi gelê Başûr bikin û jêre bibêjn şoriş hêjan maye û Pêşmerge girûp girûp wê vegerin Kurdistanê. Pêşmerge wexta ku gihîştin gundê Şîvrezanê li sînorê nêvbera Bakur û Başûr de, li alê Bakurê welat bûne mêhvanên şêniyên gund, li wê demê hejmareke çekdarên PKK ê ghîştine cem wan û jêre gotin:

“Çend mehin ji paş pêvajoya Enfala Behdînan, em li ser van sînorane û wusa baştire her hewleka hewe li vê navçeyê bi hemahenî li gel hêzên me pêk were, ji bo vê mebestê berpirsekê me li ciyekê nêzî vî gund heye û dixwaze li gel hewe biaxive ji bo hemahengî kirinê”.

Di wê demê de, kadiro û Pêşmergehên PDK ê haydarî peymana PKK ê li gel rejîma Be’si tune bû, wan nedizanî PKK e ji bo rêgirîkrinê li liv û tevgerên Pêşmergehan çek û pere standine. Pêşmerge ji bo dîtna berpirsê PKK ê ketine rê. Çekdarên PKK ê jêre gotin baştire hûn bê çek biçin, ji ber ku fewceke arteşa Tirkiyê li nêzî gunde tirsa me heye bizanin û li me bixin.

Pêşmerge ji aliyekî ji ber ku li sala 1983an alîkarîya Gerîlayên PKK ê kirbû, ji aliyek din agahîya wan ji peymana PKK ê li gel rejîna Îraqê li dijî Pêşmergehan nebû, bi dilekê saf û bê ku çekan li gel xwe rakin, ketine rê piştre çekdarên PKK ê ew desteser kirin û radestî hêzeke arteşa Îraqê li Zaxo kirin, ev Pêşmerge li baregeha îstixbarata Îraqê li Dihokê ketin jêr lekolîn û êşkencedayînê.

Rejîma Be’si wan Pêşmergehan dide destê PKK ê ji bo ku werin kuştin. PKK e Pêşmergehan dibe çiyayê Mela Nizarê Tawê ku dikeve himber gundê Şîvrezanê li alê Başûr û her şeşan şehîd dike.

Li gorî çavkanîya vê nivîsê, weke şêniyên gundê Şîvrezanê dibêjin, çekdarên PKK ê vegerîn gund û çekên van kadiro û Pêşmergehan birin.

Navên wan şehîdan evin:

  1. Idrîs Cercîs bi kod navê Ehmed Kadir – dayîkbûn 1953 / gundê Berbîrê li devera Şêxan.

  2. Se’dulla Avdel Se’do – dayîkbûn 1954 / gundê Xilbîşê li devera Bamernê.

  3. Mihemed Hemdî – dayîkbûn 1949 / gundê Wermêlê li devera Bamernê.

  4. Nizar Mihemed Silêman – dayîkbûn 1966 / gundê Xirabîya li devera Zawîte.

  5. Xalid Adem Hisên – dayîkbûn 1966 / gundê Wermêlê li devera Bamernê.

  6. Nezmî Ehmed Çolî, dayîkbûn 1969 / gundê Wermêlê li devera Bamernê.

Pustên heman beş