PKK e rewatiyê dide AKP ê

PKK e rewatiyê dide AKP ê

Zikrî Mûsa

Îro êvarê daxuyaniyek min xwend ku a KCK ya PKK ê bû. Her çi qas min hîna û bir, min ji vê perçeya daxuyaniya wan fêm nekir, “PDK e rewatiyê dide AKP ê û CHP ê”. Xuyaye merema wan eve ku PDK e rewatiyê dude partiyek îslamî û partiyek nejadperest a Tirkiyê. Lê her çi qas min tê fikrî min fêm nekir çima PKK ê ev yek nivîsandibû. Ji xwe her du partî li welatek dinin û bi dehan milyon alîgir û dengderên xwe hene. Yanî çewa rewatiyê ji PDK ê werdigirin?

Niha pirsa gelê Kurdistanê eve, PKK ê pirsgirêk li gel AKP ê û CHP ê heye yan jî li gel PDK ê? Çima niha PKK ê hemû karên xwe yên provaksiyon û serêşeyên xwe anîne di hundirê Herêma Başûr de? PKK ê pirsgirêk li gel herêma Başûr heye an jî li gel Tirkiyê? Ger pirsgirêk bi Herêma Başûr û PDK ê re nîne û bi Tirkiyê re heye çima kerem nake biçe Tirkiyê û li wirr xebetê ji bo weke ew bi xwe dibêjin berxwedana gel nakin?

Heger prisgirêk bi Erdogan û CHP ê re heye çima pistoyê Kurdên Êzdî girtiye û Şengal dagirkiriye? CHP ê û Êzdîyan ti têkilî bi hev re heye? Heger prisgirêk bi CHP ê û AKP ê re heye çima RBC û nîşaneşikênên xwe têxin nava xwepêşanderên ne razî yên Herêma Kurdistanê? Gelo derdê wan çîye ku bûye belaya li rojava û gelê resen û tekoşerê Rojava derbeder û zindanî dikin û wan di êşînin?

Çima bi xwasteka dilê CHP ê û AKP ê tevdigerin û paşvekişiyê dikin nava Başûrê Kurdistanê û destê cendermeyên Tirkiyê dikêşin nav axa herêmê û şerî jî li dijî wan nakin? Başe ger bi Tirkan nawêrin çima ji bo kurdên bê kes û mezlûm ewqas wêrekin?

Gelo çekdarên PKK ê bi axaftina kê û çima li Şengalê cilên Heşda Şebî li xwe dikin û çekî ji wan distînin?

Gelo çima li Bakur ti kurdek silavî PKK ê nake û bi sedan hezaran Kurd tevlî partiya AKP ê û partiyên din bûne?

Li virr kê rewatî daye AKP ê û CHP ê? PDK ê yan jî PKK ê bi xwe?

Xebata siyasî û aştiyane a kurdan li Tirkiyê pêngavên pir baş avêtibûn. Kurdan 80 korsî li parlamentoyê hebûn. Ew qas bi hêz bûn ku AKP ê dixwest HDP ê bike şirîka xwe di hikûmetê de û xwe wezareta derve jî bidetê. Lêbelê ji wan jî têk û pêk da. Sê, çar polîsên Tirkiyê kuştin û ev hêncet da destê tirkên şofînî ku dest bavêjin bikaranîna hêzê û xebata siyasî a kurdan ragirin. Li rojava ewqas bi ehmeqî tevgeriyan û hêncet û rewatî da Tirkên faşîst ku Efrînê û beşekî ji axa rojava dagir bikin û PKK e jî li Qendîlê li wan binêre. Ji xwe li Efrînê pêşmerge û PDK ê nebûn…

Niha PKK e mekîneyeke aloz û bê armanc e ku neyarên Kurdistanê jêre sûd werdigirin ji boy dirustkirina kaosê her cihekî ku Kurd lê hebin û bi sedema PKK ê hêdî hêdî axê ji kurdan distînin.

Her kesek jî li başûr ji kerbên PDK ê micameleya PKK ê bike û rewatiyê bide PKK ê bila baş bizanibe rewatî daye AKP ê û CHP ê.

Têbînî: nivîs ji hesaba Facebook a nivêserî hatiye wergirtin.

Pustên heman beş