Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyê ragihand ku wê cezayên Amerîkayê yên li ser rejîma Esed berdewam bikin heta ku rejîm dest ji birçîkirin, kuştin û koçberkirina xelkê xwe berde.
Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyê di salvegera îmzekirina Yasaya Sezar a sepandina dorpêçan bi ser rejîma Sûriyê de ku ji aliyê Serokê Amerîka Donald Trump ve hatibû îmzekirin daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, heta rejîma Sûriyê di kiryarên xwe yên hovane de berdewam be û miletê xwe bikuje, cezayên Amerîka wê li ser rejîma Esed berdewam bikin.
Balyozxaneya Amerîka daye xuyakirin, divê rejîma Sûriyê gavên cidî yên çareseriya siyasî di çarçoveya biryarên Neteweyên Yekbûyî de bavêje.