Di nava her Gelekî bin dest de li cîhanê dema kesek ji wê netewê bi dewleta dagirker re be, ew kes bi xaîn û kirê girtî û hwd… tê binavkirin, her neteweyek li gorî ziman û kultûrê xwe navekî li ser wan kesan didane, helbet ev nav kirin jî ji boy heqaret kirin û rûreşkirina wî kesî tê bikar anîn, di nava her şoreş û berxwedanekê de li cîhanê, hertim hinek kes hebûne bi sedemên madî yan jî bi sedema dest xwe xistina pile û postên hikûmî yan jî bi sedema girêdana hizrî ya xwe bi desthilatdaran re, li dijî şoreşa gelê xwe sekinîne ev ca ev dijatî kirin çi b çekê be yanjî bi nivîsîn û alîgirî ya dewleta dagirker be di hemû neteweyan de jî bi awayekî ew weke xwe firoş û wilat firoş hatîne nasandin.
Her parçeyek ji Kurdistanê ev kesane bi navekî, nav kirîne
Li kurdistanê jî hertim berxwedan û şoreş û kesên li dijî vê yekê hebûne, ev kultûr di nava kurdan de pêş niha hebûye, her parçeyek ji Kurdistanê ev kesane bi navekî, nav kirîne, li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ev kesane bi caş hatîne nav kirin û li Bakura Kurdistanê jî bi Xorocî hatîne bi nav kirin.
Sedema bikaranîna vê peyvê “caş yan cehiş” dibe heya radeyekî di nava xelkê normal û xwe partiyên siyasî de jî, ji boy heqaretkirin bi kesên ku alîkariya hikûmetê dikin be, lê di rastî de felsefeya sereke ji bikaranîna vê peyvê heqaretkirin bi kesên xwefiroşe ku hêjan ji aliyê fikrî, diravî û xweavakirinê de balix nebûne û hêjan weke têjika makerê ne û pêdvî bi xwedîkirinê ne ji bal dayîka wan ve, dayîka wan dibe dewleta serdest, ev caşane bê hebûna dayîka xwe “dewleta dagirker” nikarin bijîn.
Caşên herî xeter ew caşin ku niha bi dengê hinek kurdan li parlamentoya Îraqê de ne
Ji bextê reş ê kurdan, ti yek ji parçeyên Kurdistanê bê caş nîne, li her parçeyekî caş hene, lê belê caşên tu yek ji perçeyên Kurdistanê naşubhin Caşên Başûr, Caşên li Başûrê welat dijîn sînorên caşitiyê jî derbaskirîne û hema bêje niha li ser kurdan pêwîste naveke din li ser wan deyinin, ev caşane ku niha li başûr roj naçe têde dijatiya Kurdistanê û pirsên netewî nekin pir bi rû qayîmî li ser ekranên TV yan derdikevin û bi eşkere dijatiya her tiştekî dikin ku di berjewenda doza Kurdan û Kurdistanê de be, ev caşane bi hemû awayan xebatê dikin rûyê dewleta dagirker a Îraqê sipî bikin û wê weke dewletek baş nîşanî kurdan bidin, yên di nava caşên başûr de, caşên herî xeter ew caşin ku niha bi dengê hinek kurdan li parlamentoya Îraqê de ne û rojane li dijî Kurdistanê daxuyaniya didin û weke kûçik ên har bûyî dihefin hikûmeta başûr, weke cehşan li deemsala buharê hertim fincikan diavêjin kurdan û bi t awa yek peyiv jî di berjewenda hikûmet û gelê başûr de nabêjin, gelê başûr navek pirr xweş li wan caşan kirîye û ew bi “caş parlementer” bi nav kirine.
Caşên Başûr ditirsin ku bi parçebûna Îraqê alîkê wan ku ji bal dewletên dagirker ve tê şandin qut bibe
Caşên Başûr yên ku weke “Xalib Mihemed” bi hesaba xwe di parlamentoya Îraqê de nûneratiya kurdan dikin, ji caşên herî diyar yên kurdistanê ne, ew hertim bi daxuyanî û karên xwe li dijî hikûmeta Kurdistanê tev digerin, bi t awa bas li kêmasiyên Îraqê nakin, herçend ku baş fêm dikin hikûmeta Herêma Kurdistanê pirr ji hikûmeta Îraqê baştire lê belê dîsa dijatiyê dikin, jiberku ew ji vê yekê ditirsin alîkê wan ji bal dewleta Îraqê ve bê birîn, ditirsin ku bi parçebûna Îraqê alîkê wan ku ji bal dewletên dagirker ve tê şandin qut bibe û ciyê wan di nava başûr de nemîne, ew bi temamî bûne darê di destê Îraqê de ji bo lêxistna hikûmet û gelê başûr.
Yek ji van caş parlamenteran ku pêş niha malbata wî bi temamî besî bûye bi navê “Xalib Mihemed” di nûtirîn derketina xwe de li ser ekranên TV yên Ereba bi awayek wek xwe neşirîn û qirêj bas li pêşmergeyên hêza roj dike û dibêje ku “pêşmergeyên roj bi fermana Mes’ûd Barzanî li ser budceya Îraqê hatîne damezrandin û niha li her yek ji Azerbaycan û Lîbyayê li dijî hikûmetên wan wilatan şer dikin”!, ew dibêje “yek ji wan pêşmergeyan li Lîbyayê hat desteserkirin”! Ev yek di demekî deye ku pêş niha kesekî kurd bi navê “Şakir Ferman Bonciq” ji hêla Leşkirê netewî yê Lîbyayê ê jêr fermana general Hefter hat desteserkirin, lê belê ne kesê hatiye desteserkirin ne jî Peyvdarê Leşkirê Lîbyayê bi ti awa ne got ev kes pêşmerge bûye.
Gelo cudahiya di nêvbera Xalib û Şakir Ferman Bonciq de çiye?!
Bi tenê ragihandina PKK ê û YNK ê di wê demê de ev yek got û xwest weke her car di ava şûlî de Masîyan bigirin, lê belê demek dirêj pê neçû wexta Peyvdarê Leşkirê Lîbyayê daxuyanî day û ragihandî “kesê hatî girtin kurdekê rojavaye ku Tirkiyê bi pere ew kiriye û ji bo ecindaya xwe dide şuxilandin, got ku em mat mayî mane çewa dibe kurdek ku wilatê wî bi xwe bin destê Tirkiyê ye, bi Tirkiyê re bê û şerê me bike”! Bê guman ev mat mayîna Peyvdarê Leşkirê Lîbyayê di cihê xwedaye lê belê ger Peyvdarê Leşkirê Lîbyayê bizanibe kesên weke Xalib Mihemed li parlamentoya Îraqê bi vî awa caşîtiyê dikin bi t awa mat mayî nedima û ev axaftin nedikir! Li Xalib dipirsîn, gelo cudahiya di nêvbera te û Şakir Ferman Bonciq de çiye?! Ew ji bo destxistina alîkê xwe çû û li Lîbyayê bi fermana Tirkiyê li dijî ereba şer kir, tu jî niha li Îraqê ji bo dest xistina alîkê xwe dijatiya kurdan bi xwe dikî, ji xeyrî vê ku tu bi fermana dujminan li dijî kurdan bi zimanê xwe şer dikî, û Şakir ferman jî bi fermana dujminên kurdan bi çeka xwe li dijî ‘ereba şer dikir ti cudahiyek din nîne, ew jî kurdek mîna te Xorocî ye û xwe firoştiye dujminên gelê kurd.
Ne şandina bûdce û mûçeyê karmendên herêmê girêdayî petrolê nîne, girêdayê kurya dirêj a Xalib û yên weke wî ye!
Caş Xalib basî hêzekî dike ku ji dema damezrandina xwe heya niha berevanî ji kurdistanê kiriye û herî kêm 78 şehîd û 634 birîndar ji bo parastina herêma başûr dane, hêrs bûna Xalib ji vê yekê tê ku hêza roj hêzeke netewî ye û ji bo Kurdistanê şer dike, ger ne ji ber vê yekê be xu hin hêzên din jî hene ku mûçe ji Îraqê distînin bi vê cudahiya ku bi standina mûçe ji Îraqê dijatiya Kurdistanê dikin, li virr em ji caş parlementer Xalib dipirsîn çima bas li wan hêzan nakî ku li Şingalê pere ji Îraqê distînin û dijatiya Kurdistanê dikin?! Ger dixwazî weke kesek dilsoz ji bo Îraqê û kurdan xwe bidî nasandin çima ji pereyê balefirxaneya Necefê napirsî ku diçe ku derê?! Çima ji dahatê mezargehên olî yên şî’eyan napirsî ku dahatekî mezin heye û her hemû diçe paxila melayên şî’e?!! Çima bas li hêzên Heşda Şabî û mîlîşyayên din nakî ku ne tu û ne jî ti Parlamentereke din cesaret nake bi sedema hebûna wan lingê xwe bêxe dervey navçeya keska Bexdayê?! Xalib û hevalbendên wê bi hemû awayekî bi xerabî bas li hikûmeta Başûr, û bi başî bas li hikûmeta Îraqê dikin, di mijara birîna budce û mûçeyê karmendên Kurdistanê de jî ev caş parlementer e hêncetan ji bo Îraqê tînin û wan mafdar dibînin, ew dibêjn bila hikûmeta başûr dahatê petrolê û …. Radest Îraqê bike daku mûçe werin dayîn! Em ji Xalib dipirsîn gelo ma qey pirsgirêk eve? Yan jî Îraq dixwaze hemû kurd mîna Xalib stoyê xwe li himber dewleta Îraqê bitewînin?!! Ji xwe ji sala 2014an heya niha cotkarên kurdistanê genim ê xwe teslîmî îraqê dikin çima pereyê wan nayê dayîn?!! Qey ew jî bi petrola kurdistanê ve girêdayî ye?! Nexêr bi rastî ev yek girêdayî kurya dirêj a caşên weke te ye li parlemena Îraqê de! Ger li cem me li Bakurê Kurdistanê parlamenterekî kurd ku bi dengê Kurdan derbasî parlemena Tirkiyê bûye, weke te tev bigere, wê ti carî em qebûl nekîn û wî bikujin! Bi rastî jî em pir heyirî mane gelê başûr ketiye çi rewşê ku kesên weke te dişînin parlamentoyê!
Em baş dizanin tu kî û perwerde yê destê kîjan hêz û aydolojiya yê yî
Caş Xalib yek ji wan kesane ku li ser lîsteya bizava goranê tevlî hilbijartinên Îraqê bû lê belê di rastî de ew alîgirê PKK ê ye, PKK ê bi şehrezayî ew xist nava rêzên goranê daku bi dengên alîgrên bizava goran derbasî parlemena Îraqê bibe û ecîndayên herêmî yên PKK ê ku xwe di biratiya gelan anku “bin destiya gelê kurd” de dibîne cêbecê bike, nefesa Xalib û caş parlamenterên din pê diaxvin û tev digerin heman nefesa grûpa Enqerê ya li Qendîlê ye ku dixwazin kurdan careke din weke kole bikin bin destê dewletên dagirkar, lê ev care di bin nav û sitratîj yeke nû de ku ji hêla rêberê PKK ê ve hatiye danan ku bi “Biratiya Gelan” tê naskirin, bi vê sitratîjiyê ku dewleta Tirkiyê bi rêya Ocelan li ser PKK ê ferz dike, dewlet dixwaze yekparçeîya axa xwe û hevalbendên xwe yên ku Kurdistan dagîr kirî bparêze ger na ti sedemek din nîne kurdek bi vî awa dûr ji Kurdatiyê û li gor ecîndayên dewletên dujmin tev bigere.
Li dawyê em ji caş parlementer Xalib re dibêjin, em baş dizanin tu kî û perwerde yê destê kîjan hêz û aydolojiya yê yî, ku bi vî awa tev digerî, em dizanin ku ew hindik mejîkê di serê te de jî ji hêla kê ve hatiye pûç kirin, emê di demek nêz de hemû wêne û vîdeoyên te yên li Ewropayê û Başûrê Kurdistanê, vîdyoyên ku têde tu bi PKK ê re civîyaye nîşanî gelê kurd bidîn, emê ji her kesî re diyar bikîn tu ji kîjan havirî diçerî û ji kîjan coyê avê vedixwey, li benda me be!