Leyla Guven, parilmentera xula berê a Partîya Demokratîk a Gelan li parilmena Tirkiyê li Ameda Bakurê Kurdistanê hat desteser kirin.
Leyla Guvena HDPyî ya ku di doza ku tê de tê darizandin, 22 sal û 3 meh cezayê hebsê xwaribû û derbarê wê de biryara girtinê derketibû li mala Semra Guzela Parlementera HDPê ya Amedê ku xwe lê veşartibû, hat girtin.
Ji bo girtina Guvena ku parlementeriya wê hatibû xistin û derbarê wê de biryara girtinê hatibû dayin, ekîbên Rêveberiya Ewlekariya Amedê destbikar bûn.
Ekîbên polîsan li navnîşanên muhtemel lêgerîn kirin û piştî sitendina agahiya ku Leyla Guven li mala Semra Guzela Parlementera HDPê ya Amedê, xwe veşartiye, li malê geriyan Guven binçav kirin.
Hat ragihandin ku pişî xwendina biryara dadgehê li rûyê wê dê Guvenê têxin girtîgehê.