HSD e wê ji Eyn Îsayê were derxistin

HSD e wê ji Eyn Îsayê were derxistin

Her yêk ji dewletên Rûsya federal û rejîma Sûriyê zexta xwe a li ser HSD ê zêde kirine ji bo ku bajarokê Eyn Îsayê radest bike, Tirkiye yê heman daxwazî heye û ev yêk kirîye mercê ragirtina êrîşan.

Li gor agahiyên ajansa Spotnîkê ya Rûsî, li rojên derbasbûyî û li ser daxwaza aliyê Tirkiyê, civînek di navbera efserên Rûs û Tirk de li derdora bajarê Eyn Îsa hate kirin da ku çarenivîsa bajêr were nîqaş kirin, di civînê de aliyê Tirk daxwaz kirîye ji bo ku bighin têghîştinekê di derbarê wê bajarokî de, mercê vekşandina temama Şervanên Hêzên Suraya Demokratîk HSD ê ji wî bajarokî kirîye.

Ji aliyekî din ve jî, Rûsya û rejîma Sûriyê daxwaz ji HSD ê kirine, da ku rê li ber êrîşên Tirkiyê bigrin, divêt HSD e ji Eyn Îsayê vekşe û radestî artêşa Sûriyê bike û ala Sûriyê li ser tevahiya saziyên fermî bê bilind kirin.

Eyn Îsa ser bi Girê Sipî veye û 55 KM li bakurê Reqayê dikeve. Girîngiya wê ya sitratejîk ewe ku li ser rêya navdewletî M4 dikeve û rojhilatê Sûriyê û rojavayê wê û bi taybet her du herêman Kobanî û Cizîrê bi hev ve girê dide.

Pustên heman beş