Komên çekdarên girêday Tirkiyê careke din êrîş birin ser bajarokê Eyn Îsayê, di encamê de şer derket, Hêzên Suraya Demokratîk 7 çekdar kuştin û 3 birîndar kirin.
Navenda ragihandin û çapemeniyê a Hêzên Suraya Demokratîk HSD ê, îro roja sêşemî 22/12/2020an daxuyanî li derbarê dawî aloziyên bajarokê Eyn Îsayê da û ragihand ku di dawî êrîşa koma çeteyan de ku li ser gundê Mişêrfiyê pêkhatbû, şerekî giran derket.
Dest nîşan kir, di şer de 7 çete hatine kuştin û 3 çete jî birîndar bûne.
HSD ê her wiha eşkere kir, arteşa Tirkiyê û çeteyên wê di demên dawîn de xeta Eyn Îsayê topbaran dikin û êrşên bejahî zêdetir kirine û tevgera balafiran li asîmanê herêmê bê navber dewam dike.
Di dewama daxuyanya HSD ê de hate gotin ku Şervanên HSD ê bersiva êrşên bejahî yên çeteyan yên li dijî gundewarên Eyn Îsayê dan û li ser vê yekê êriş hatin têkbirin û çete paşde vekişyan.