PKK ê li Çemankê xwest pirekî biteqîne

PKK ê li Çemankê xwest pirekî biteqîne

Îro serê sibê, çekdarên ser bi rêxtina PKK ê li Çemankê a ser bi Amedîyê ve dîsa xwest rewşek kaosî dirust bikin, çekdarên PKK ê li dema derbasbûn li ser pira “Baremînkê” bombeyek danî û pişt re ew cih bicî hişt.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja sê şemî li saet 9î sibê, dema çekdarên ser bi rêxistina PKK ê li ser pira Dukerê ku şêniyên navçeyê bi pira “Baremînkê” bi nav dikin derbas bûy bombeyek li ser pirê dana û paşan ew cih bicî hişt.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her weha eşkere kir, pira Dukerê dikeve bakurê bajarokê Çemankê bi dûratiya 2 KM, ev pir nêzî 50 gundên navçeyê bi Çemankê ve girê dide û rojane hejmarek herî zêde ji xelkê li ser wê pirê re derbas dibin.

Her weha hat zanîn ku çekdarên PKK ê loma ev bomba daniye daku rê were qut kirin û ew bi kêfa dilê xwe hatin û çûnê bikin, lê belê her di zû de hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ev yek dîtiye û plana PKK ê û bombe pûç kiriye.

Tê zanîn ku ev ne cara yekeme li Çemankê PKK e bi karên bi vî awa radibe, li 4î meha Mijdarê de jî PKK ê êrîşî pêşmergeyên parastina xwezayê Kurdistanê kir û pêşmergeyek şehîd xist û 3 yên din jî brîndar kirin, pişt re li êvara heman rojê de êrîşê polîsên petrolê li Çemankê kir, herî dawî jî li şeva 14ê kanûnê, PKK ê êrîşî nuqteyeke kontirola rêkê ya pêşmergeyan li Amedîyê kir û pêşmergeyek şehîd kir.

Her ku diçe karên provaksyon yên PKK ê li dijî Başûrê Kurdistanê zêdetir dibin, ev yek jî bûye sedema nerazîbûna raya giştî di nava herêma kurdistanê de û xelk dixwaze PKK e dest ji van karên xwe berde û çidî li gor berjewendî yên dewletên dagirker tevnegere, her weha gel daxwaz dike Pkk e Herêma Kurdistanê derkeve û xebata xwe derbasî Bakurê Kurdistanê bike û li dijî Tirkiyê şer bike, ne ku rewşa aram a take perçeya Kurdistanê jî têk bide.

Pustên heman beş