Dije terora Lahur 15 Kurd desteserkirin û 3 jê radestî Îranê kirin

lahur jangi-puk-polat jangi

Sazîya Dije terorê ya Yekêtîya Nîştîmanî Kurdistanê 15 keç û xortên Kurd ên Rojhilata Kurdistanê desteser kirin, ku ji bo pêwendî kirinê bi rêzên partîyeke Kurdistanî bi qaçaxî hatbûne Başûrê welat, 3 jê sînordaş kirin û radestî îstixbarata Îranê kirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, hêzên girêdayî sazîya dije terorê ya Yekêtîya Nîştîmanî ya Kurdistanê ku ji pal hevserokê YNK ê Lahur Şêx Cengî û birayê wî Polat Şêx Cengî tê birêvebirin, 15 kesên Kurd ku keç û xortên Rojhilata Kurdistanê bûn, li sînorên Başûrê Kurdistanê desteser kirin.

Dest nîşan kir, ev 15 kes endam û kadiroyên rêxistinên nihênî ên Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê bi navê komela Muhtedî ne, li mehên 8 û 9 ên îsalê weke girûp girûp bi rêkên qaçax  ji sînorên Hewraman û Helebce rû kirine Başûrê Kurdistanê, lê belê li sînor ji pal hêzên dije terora YNK ê a Lahur cengî hatin bin çav kirin.

Çavkaniyên pêgeha me eşkere kir, 3 kes ji van Kurdên Rojhilat hatin sînordaş û radest kirin bo Îranê û 12 kes ji boy girtîgehên dije terora Lahur Cengî hatin veguhastin.

Komela Şoreşgeran ji bo azad kirina van girtiyên xwe ji girtîgehên dije terora Lahur kete nava hewlên mezin de, lê belê ev hewlên wan hêjan bê encam mane.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her wiha xweya kir, li 1 meha 10 a îsalê jî, 4 keçên din ên Rojhilata Kurdistanê bi navên Nêrgiz Mihemedî, Bihar Ehmedî, Ngîn Weysî û Îlham Muradî ji navçeya bi navê Bayingan a girêday Kirmanşanê derketin, ew bi niyaz bûn biçine herêma Başûrê Kurdistanê ji bo ku pêwendiyê bi Partîya HDK ê bikin, lê belê ji pal hêzên Îtla’atê ve li sînoran hatin desteser kirin.

Li gorî zanyariyên taybet yên pêgeha me, ev 4 keçe li sînorê Merîwanê hatbûn bin çav kirin, Îtêla’atê li destpêkê ew veguhastine zîndana Kirmanşanê û piştre bi 3 rojan anku li 4/10/2020an ew veguhastin girtîgehên Tehranê.

Pustên heman beş