Arteşa Rûsya federal bingeheka leşkirîya nû li gundewarê başûrê bajarokê Eyn Îsa avakir, şer û pevçûnên HSD ê û mîlîşyayê Tirkiyê jî li nêzî wê navçeyê dijwar bûne.
Çavkaniyên nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku hêzên Rûsî bingehek leşkerî ya nû, li gundê Kalata, li gundewarê başûrê navçeya Eyn Îsa, li bakurê Reqayê dana, ev yêk hemwexta dijwarbûna şer û pevçûnên mîlîşya Tirkiyê û Hêzên Suraya Demokratîk hatîye.
Vê sibehê, nerîngeha Sûrî ya mafên mrovan çavdêrîya karwanek ji 22 kamyonên bar kirî yê Rûsî kir ku bi alavên leşkerî û lojîstîkî giha başûrê Eyn Îsa.
Li derbarê pevçûnên HSD ê û komên çekdarên girêday Tirkiyê diyar kir ku li gundên Jahbel û Al-muşarafa li gundewarê Eyn Îsa li nêzî rêya M4 ê şer û topbaran deketin.
Nerîngeha Sûrî eşkere kir, di 24 demjimêrên rabûrî de, 7 çekdarên girêday Tirkiyê hatine kuştin û 4 kes birîndar bûne.