Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan yê agiryê, bi sedema protestokirina biryara girtina hevseroka KCD ê Leyla Guvenê, îro hat desteser kirin.
Li gor agahiyên destê me, îro roja pêncşemî 24/12/2020an, li Agiriyê di sibehê da polîsan bi ser mala Cemal Akar, hevserokê HDP ê yê bajêr û Ceren Bariş endamê meclisa şaredariyê yê HDP ê de girtin û desteser kirin.
Piştî îfadeya wî ya li mdûryeta emniyetê ya bajêrê Agiriyê, Bariş serbest hate berdan, hevserokê HDP ê yê Agiriyê Akar hêj di nezaretê de ye.
Hate diyarkrin ku siloganên di daxuyaniyê de ya ji bo pirotestokirina cezayê li hevseroka KCD ê Leyla Guven li avahîya partiyê hatibû kirin, ji Bariş hatîye pirsîn.