Li Iraqê 13 DAIŞî ligel 46 moşekan hatin desteserkirin

Li Iraqê 13 DAIŞî ligel 46 moşekan hatin desteserkirin

Hat ragihandin ku hêzên Iraqê di encama operasyoneke li parêzgeha Enbarê de, 13 terorîstên DAIŞê desteser kirine û ligel wan jî dest danîne ser 46 moşekan.

Tora ragihandina medyayî ya ewlehiya Iraqê ragihandiye ku li ser zanyariyên îstixbarî li parêzgeha Enbarê operasyonek li dijî çekdarên DAIŞê hatiye encamdan.

Hat diyarkirin ku di encama wê operasyonê de 13 DAIŞî hatine girtin û hêzên ewlehiyê dest danîne ser 46 moşekan.

Pustên heman beş