Îranê cezayê 58 meh zîndankirin bo 5 çalakên Kurd derxist

Îranê cezayê 58 meh zîndankirin bo 5 çalakên Kurd derxist

Rejîma Îranê cezayê 58 meh zîndan kirin ji boy 5 çalakên Kurdên Rojhilata Kurdistanê derxist ku ev demeke ji pal sazîya îstixbaratê Îtêla’at hatine desteser kirin.

Rêxistina Hengaw ya mafên mirovan eşkere kir, desthilata dadwerî a Îranê, cezayê 58 meh zîndan kirin ji boy 5 çalakên bajarê Seqizê yê Rojhilata Kurdistanê derxist ku ev demeke ji pal sazîya îstixbarata Îranê Îtêla’at ê hatine desteser kirin.

Navên çalakan evin:

  1. Elî Qadirî.

  2. Armiya (Eyob) Rencberî.

  3. Hîwa Emînî.

  4. Wirya Emînî.

  5. Rehman Elîpûr.

Ev ceza dibe 4 sal û 10 meh zîndan kirin.

Rêxistina Hengaw dest nîşan kir, ev 5 çalakên Kurd li 2 dîsambera îsalê ji pal îstixbarata Îranê ve hatbûne desteser kirin.

Pustên heman beş