Tirkiye Eyn Îsa topbaran dike

Arteşa tirkyê îro careke din êrîşa bajarokê Eyn Îsa kir, dorbera bajêr û rêya M4 topbaran kir.
Li gorî agahiyên destê me, îro roja şemî 26/12/2020an, arteşa Tirkiyê û komên çekdarên girêday wê, dorbera bajêrê Eyn Îsa topbaran kir û beşekê rêya bi navê M4.
Topbarana Tirkiyê dorbera gundê Mişêrfiyê û rêya M4 hedef kirîye.
Ev dema pêtirî heftîyekê ye şer û pevçûn li nêvbera arteşa Tirkiyê û Hêzên Suraya Demokratîk de li Eyn Îsayê dewam dike, her yêk ji dewletên Rûsya federal û rejîma Sûriyê zexta xwe ya li ser HSD ê zêde kirine ji bo ku bajarokê Eyn Îsayê radest bike, Tirkiyê heman daxwazî heye û ev yêk kirîye mercê ragirtina êrîşan.
Eyn Îsa ser bi Girê Sipî veye û 55 KM li bakurê Reqayê dikeve. Girîngya wê ya sitratejîk ewe ku li ser rêya navdewletî M4 dikeve û rojhliatê Sûriyê û rojavayê wê û bi taybet her du herêman Kobanî û Cizîrê bi hev ve girê dide.