Rêxistina PKK ê nasnameya dû ciwanên Rojava Kurdistanê eşkere kir ku ji pal eskerên Tirk ve li Başûrê Kurdistanê hatine kuştin, rêxistinê wek her car hemû pêzanîn li derbara wan belav kirine, lê temena wan eşkere nekirîye ji bo ku cînayeta çekdar kirina zarokan li ser tesbît nebe.
Hepegê îro roja şemî 26/12/2020an di beyaneke nivîskî de eşkere kir ku dû Gerîlayên wan bi navê “Orhan Mihemed û Selwa şêx Mihemed” ku ji şêniyên bajarên Kobanî û Efrînê yên Rojava Kurdistanê ne, di êrîşeke hewayî a dewleta Tirkiyê de li 19 cotmehê li boselê a navçeya Heftenînê li Başûrê Kurdistanê hatine kuştin.
HPG ê weke her car dem û ciyê ku êrîşa ev ciwan têde hatine hedef kirin eşker kir, lê belê tu amaje bi temena wan nekirîye, ji bo ku tawana revandin û bi kuştin dana sinêle û ciwanên Kurd li ser tesbît nebe.
Rêxistina PKK ê, ji destpêka damezrandina xwe pişt bestinê li ser revandina zaro û sinêleyên Kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê dike û ev yek dibe jêdera sereke rêxistinê ji bo çêkirina Şervanan, PKKe wan sinêleyan bi destê eskerên Tirk bi kuştin dide.