Rejîma Sûriyê 5 cotkar li Hemayê kuştin

Rejîma Sûriyê 5 cotkar li Hemayê kuştin

5 cotkar di êrşa hêzên rejîma Esed de li gundewarê rojavayê parêzgeha Hemayê hatin kuştin, wexta ku roketek bi teraktora wan ketî.

Hat ragihandin ku îro roja şemî 26/12/2020an, hêzên rejîma Sûriyê li gundê Zuqum yê gundewarê Hemayê, 5 cotkar kuştin, wexta ku roketek li teraktorekê xistî ku ev cotkare têde bûn.

Li destpêkê 3 cotkar hatin kuştin û 2 birîndar ketin, piştre kesên birîndar canê xwe ji dest dan.

Di vê derbarê de, nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan eşkere kir, 2 ji wan cotkaran yên yek malbatê ne.

Pustên heman beş