Ferda Çetîn, yek ji kadroyên PKK ê û berpirsê şebeka çapemeniya Ewropa ye, di 24 ê Kanûnê de di Özgür polîtîka de meqale yek weşand. Ev meqale di ajansa bi navê ANF de jî hate weşandin.
Bi rastî, ev meqale ne gef û heqareta yekem e ku piştî nivîsîna dawî ya li mamoste Îsmaîl Beşikçi hatî kirin. Li ser medyaya civakî ji hêla troll û hulîganên PKK ê ve gelek gotinên şermezarî û kirêt li mamoste hatine kirin. Wekî din, li ser malpera Ahval bersivek ji bo mamoste Beşikçi hate weşandin.
Mamoste Beşikçi gavên stratejîk û taktîkî yên PKK ê deşifre kirin.
Di demekê de ku PKK dixwest rêkeftina wê ku li ligel Heşda şabî, eniya şîa, û îxaneta li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi giştî kirî veşêre û rojevê veguherîne, êrîşek bi vî rengî ya li dijî mamoste Beşikçi bi rastî dihate hêvîkirin. Ji ber ku mamoste Beşikçi gavên stratejîk û taktîkî yên PKK ê ku têde dixwaze di berdêla statoya Kurdî ya rewa de bi karanîna nakokîyên di navbera Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de berjewendiyên partîya xwe garantî bike deşifre kirin.
Nivîskar û wilatparêzên Kurd pêwendiyên PKK ê û Heşda Şebî yên dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê qasî dihate xwsetin deşifre nekirin û dengê xwe bilind nekirin. Ev yek jî ji bo Ferda Çetîn û çeta wî bû firsetek ku bêrêziyê bi mamoste Beşikçi bikin.
Nivîsa Ferda Çetin ne meqale ye Ew daxuyaniyek gef û tehdîdê ye ku li ser navê PKK ê hatiye nivîsandin
Bi rastî, em dizanin ku nivîsa Ferda Çetin ne meqale ye. Ew daxuyaniyek gef û tehdîdê ye ku li ser navê PKK ê hatiye nivîsandin. Di Sala 2010 de, PKK ê du meqale ji hêla Duran Kalkan bi navê Adil Kurtay û Qasim Engin (yê ku sala borî mirî) nivîsandibû gefên tûnd li mamoste Beşikçi hatibûn kirin. Ev nivîse ku gef li Beşikçi hatibûn kirin di malpera HPG ê de hatibû weşandin. Gelek rewşenbîr û nivîskaran bertek nîşanî vê rewşê dan û îmze hatibûn komkirin. HPG paşê neçar ma ku van her du nivîsan ji malperên xwe hilîne. Ji bo vê sedemê, PKK niha ji bo gefên mamoste Beşikçi nivîskarên nenas bikar tîne.
Lêbelê, ya ku Ferda Çetîn nivîsandiye tê wateya ku Mustafa Qarasu û Cemil Bayık nivîsandiye. Medyaya PKK ê pênûsa xwe li ser hiyerarşî û yekdengîya wisa hişk rêxistin kiriye. Çapemeniya PKK ê ne tenê ji bo ku propagandaya xwe bike hatîye avakirin. Çapemeniya PKK ê ji bo ku xwe li gorî her zirof û her tiştî biguhezîne hatiye çêkirin. Gelek mînakên dîrokî hene ku li ser vê mijarê bidin.
Rewşek wisa heye ku faşîzma tirk nahêle faşîzma PKK ê were îfşa kirin
Zana Azadî, yek ji nivîskarên PKK, beşdarî Med nûçe tv bibû û li wir gef li Tahir Elçi û Altan Tan xwarin û got “Yê ku li dijî berxwedanê (PKK) peyvekî bibêje, mafê wî nine ku li Kurdistanê bijî.” Ew gef hîn jî di bîra Kurdan de ye. Tenê 12 roj piştî axaftina Zana Azadî, Tahir Elçî li Sûriyê bi rengek balkêş hate kuştin. Heya rewşek wisa heye ku faşîzma tirk nahêle faşîzma PKK ê were îfşa kirin.
Ferda Çetin hewl dide ku heman tiştî bike. Ferda Çetin li ser gotinên mamoste Beşikçi: ” pêwîste PKK ji bo naskirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê were dewetkirin, ger PKK Hikûmeta Herêmê nas neke pêwîste ji axa Herêmê derbikeve” dibêje dewleta Tirk û mamoste Beşikçi weke hev difikirin. İsmail Beşikçi ji sala 1965 an vir ve li dijî dewleta Tirk mafê xwerêvebirinê yê gelê Kurd diparêze. İsmail Beşikçi bal kişand ser wê yekê ku Kurdistan berî ya PKK jî bindest bû. Ji bo İsmail Beşikçi, di 1971 an de li Dadgeha Leşkerî ya Diyarbekir ê karbidestekî leşkerî got, “Di dema dadgehkirina mamoste de, efserek leşkerî got,” Vî kesî dînamît xistiye binyatê dewletê.” vêca Îsmaîl Beşikçi yê Ferda Çetîn behs dike kesek bi vî rengî ye.
Ma PKK saziyeke pîroz e ku ji bihuştê hatiye cîhanê û li ser wê rexne kirin an axaftin qedexe ye
Ferda Çetîn û trolên PKK ne ew kesin ku bikarin İsmail Beşikçi tawanbar bikin û sînorên axaftinên wî diyar bikin. Kî vî mafî dide wan? PKK wê ciretê ji ku digire ku bibêje, rawestin, ne axivin, hûn neheq in, hûn bêdeng nabin? An Ferda Çetin û çeteyên wî ma karmendên zabita ne? An jî ma PKK saziyeke pîroz e ku ji bihuştê hatiye cîhanê û li ser wê rexne kirin an axaftin qedexe ye, gelo Ferda Çetin û rûspiyên wî, vî emrê xwedayî bicîh tînin?
Ferda Çetin kesekî hew qas bê ar e, dibêje İsmail Beşikçi ji PDK pera werdigire loma PKK ê rexne dike. Mirovek tenê dikare ew qas rezîl bibe. Bi hezaran mirovên ku dibînin ku mamoste Beşikçi li Cadeya Meşutiyet a Stenbolê li benda otobusê ye. Beşikçi ne xwediyê tu sermaya ye, ji kesî kî filûsek ne wergirtîye. Mamoste Beşîkçî tu çarî weke Jîyana lüks ya Ferda Çetîn li Belçîka ne jîyaye.
Îsmaîl Beşikçi di navbera salên 1980-1999 xizmetek mezin ji bo PKK ê kiribû
Ferda Çetin jî İsmail Beşikçi tawanbar dike ku ji bo azadiya Ocalan yek peyiv jî negotiye. Rastiya ku Evdila Ocelan got “Diya min Tirk e, heke ji min re xizmetek hewce be ez ê wiya bikim” û li dadgehê ji dewleta Tirk lêborîn xwest, û bazariya wî ya bi dewleta Tirk re û nebijartina rêya berxwedanê ne tenê ji bo Beşikçi, ji bo gelek kesan bû xala şikestinê hember Apo. Îsmaîl Beşikçi di navbera salên 1980-1999 xizmetek mezin ji bo PKK ê kiribû. Lê wî qebûl nekir ku Apo bikeve rewşeke hewqas ketî, hemberî dewleta Tirk. Beşikçi pênc sala ji jîyanê sil bû, yek gotar ne nivîsî, li yek cîh ne peyivî û yek rexne nekir. Di dawiya pênc salan de, wî got, “Parastina mafê çarenûsiya Kurdan, deynek rûmetê ye”. Ew peyivî û got ku divê êdî Ocelan bêdeng bimîne. Wî got, “Mafê girtiyekî di destê dijmin de tuneye ku çarenûsa gelê Kurd diyar bike.”
Ferda Çetîn ji ber ku Mamoste Beşikçi Bîat ji bo Ocelan û PKK ê nekirîye pirr hêrs bûye. Beşikçi kesekî ilmdar û xwedî mebdeyên exlaqî û fikrî ye. Dijî dagirkerîya dewleta Tirk mafê dewletbûna Kurdan di dadgehê da parast û 17 salan hate zîndanîkirin. Mamoste yê zankoyê bû ji wir hate avêtin. Hemû dergeh ji wî re hatin girtin lê dîsa wî dev ji rastî parastinê ber ne da. Vêca ev kese dê çawa bibe Apoçî? Gelo ma hûn ji asîmana hatine!
Ne pêwîste em pir dirêj bikîn. Dibe ku Ferda Çetin komîserê sîyasî yê PKK ê be, lê ew tenê dikare vê yekê di nav PKK ê de bike. Tenê ew dikare karmendên xwe sererast bike.
Hûn dikarin bi Beşikçi re nîqaşan bikin, hûn wî rexne bikin, dibe ku hûn ramanên wî qebûl nekin, lê hûn nekarin eyarê bidin Îsmaîl Beşikçi
Beşikçi di nivîsa xwe de behsa xalên pir girîng kiribû û got; Li Şingalê, yê ku kincên heşda Şebî li xwe kirî, ne YBŞ ye, PKK ye. Têkiliyên PKK ê bi Heşda Şebî re zirarê dide destkeftên meşrû yên gelê Kurd ango Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Her kes dizane ku PKK ew qas di siyasetê de ne ehmeqe ku bêje ez dixwazim Hikûmeta Herêma Kurdistanê hilweşînim.
Hûn dikarin bi Beşikçi re nîqaşan bikin, hûn wî rexne bikin, dibe ku hûn ramanên wî qebûl nekin, lê hûn nekarin eyarê bidin Îsmaîl Beşikçi. Dewleta Tirk ku dixwest eyarê bide mamoste Îsmaîl Beşîkçî lê wî ew yek qebûl nekir û va 55 sala serî hember dewletê netewand, 17 salan di girtîgehê de ma û nêzîkê 40 pirtûk weşandin. Wekî ku Xalid Sadini li ser Beşikçi gotiye, “Heke li vî welatî du kes hebin ku nebin zilamê kesek din, yê yekem dr Îsmaîl Beşikçi ye”. Gelê Kurd Beşikçi baş nas dike, ji ber vê yekê daxuyaniya Ferda Çetin li ser navê PKKê nivîsandî ku gef li İsmail Beşikçi xwarî ji hêla Welatparêzên Kurdistanê û mirovên heqîqetperes ve hatî ye red kirin.