Li Eyn Îsayê xelkê hêzên rûsî dan ber keviran

Li Eyn Îsayê xelkê hêzên rûsî dan ber keviran

Xelkê bajarokê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê, ji ber gefên Rûsyayê bo radestkirina Eyn Îsayê bo rejîma Sûriyê pêşî negirtina êrîşên komên çekdarên girêdayî Tirkiyê, xwepêşandaneke protestoyî li dar xistin.

Di xwepêşandana ku doh 26ê Kanûnê hatiye kirin de, xelkê navçeya Eyn Îsaya li ber dibistaneke ku hêzên rûsî tê de ne dan ber keviran û ew protesto kirin.

Bajarokê Eyn Îsa ku 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye bi 66 kîlometreyan dikeve başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan jî ji navenda bajarê Girê Spî dûr e.

Eyn Îsa herêmeke stratejîk e ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye û rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.

Tirkiye hewil dide bi êrîşan Eyn Îsayê bixe kontrola xwe û Rûsya jî dixwaze bikeve kontrola rejîma Sûriyê, lê HSDê ev yek red kiribû

Pustên heman beş