Baydemîr: av û nan çiqasî ji mirovan re girîng bin, lihevkirina kurdan li rojava ewqasî girînge

Baydemîr: av û nan çiqasî ji mirovan re girîng bin, lihevkirina kurdan li rojava ewqasî girînge

Di hevpeyvîneke taybet de ligel malpera KIDP.info, siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Osman Baydemîr dibêje, “me gelek qurbaniyên mezin dane, lê niha ya girîng ewe ku kurd destkeftên xwe biparêzin.” herwiha dibêje, oksicîn çiqasî ji mirovan re girîng be, lihevkirina kurdan li rojava ewqasî girînge.

Di vê hevpeyvînê de, ku îro roja yekşemî 27/12/2020an di malpera KDP.info de hatye parve kirin Osman Baydemîr behsa çend mijaran dike û nerîna xwe li ser çend pirsan da xweyakirin.

Baydemîr nerîna xwe li ser rewşa siyasî ya niha ya kurdan anî ziman û ragihand: ” gerek em lihev guhdar bikin. Ez bawerim her dema ku em lihev guhdar bikin û kar bikin, dê %50 ji pirsgirêkên me çareser bibin, ya mayî jî bi danûstandinan çareser dibe. Em di wê baweryê de me ku ti pirsgirêkek mezin di navbera partiyên siyasîyên kurdî de tuneye. Tişta ku heye ewe ku li hev guhdar nakin û hev qebûl nakin. Gerek lihev guhdar bikin û danûstandinan bikin”.

Li ser pirsa rojava kurdistanê û dyaloga kurdî-kurdî ku li ser bingeha rêkeftina Duhokê ye, Baydemîr nerîna xwe da diyarkirin û ragihand, “av û nan û oksicîn ji bo mirovan çiqasî girîng bin, ewqasî danustandin û diyalogên kurdî – kurdî li Rojavayê Kurdistanê girîngin. Nan, çi qasî pîroz be, lihevkirin û danustandin ji bo gelê kurd pîrozin. Ew rêkeftin mînakeke xuyaye ji bo hemû partiyên kurdî û tevahiya parçeyên kurdistanê, lewma ez wek kurdekî sipasiya wan dikim û piştevanî û dilixweşiya xwe nîşan didim ji bo wî karî, nexasm jî ji bo keda serokê herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku piştevanê serekeye ji bo vê lihevkirinê.”

Baydemîr eşkere kir ku hemû welatên navçeyê naxwazin ew pêvajo biser bikeve û lihevkirineke kurdî – kurdî çêbibe. Gerek kurd ha ji plan û lîstikên wan dewletan hebin. Ew naxwazin kurd yek bin. Gerek kurd ji ser mêza danûstandinan ranebin heya ku sitratîjyeke havbeş û mizgînyek ji bo aştiya navxwe belav nekin. Divê ev pêvajo bixê armanceke pîroz jo bo tevahiya gelê Kurdistanê.

Li ser mijara rola Mesûd Barzanî ji boy li hev nêzîk kirina kurdên rojava bi taybetî piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê Baydemîr got: ” bi rastî hinek kes û kesayetî li her çar perçeyên kurdistanê, em dikarin bibêjin bê wan ti piroseyeke aştiyê biser nakeve. Rola serokê herêma kurdistanê roleke serekeye û ez bawerim ku bê wî ev pêvajo biser nakeve. Divê ew pêvajo berdewam be û em piştevaniya wê bikin. Ew pêvajo ji bo yekîtiyê ji bo 40 milyon kurd girînge û hêvyên gelê kurd mezintir dikin.

Baydemîr nerîna xwe li ser şerê kurdan li dijî DAIŞ ê bi vî awa da diyarkirin û ragihand, hemû xebat û fîdakariya kurdan li her çar perçeyên kurdistanê ji bo tiştekî ye, ew jî azadiya Kurdistanê ye. Şerê DAIŞ ê jî ji bo heman mebestê bû. Kurdan di şerê li dijî DAIŞ ê de 2 tiştên mezn bi dest xistin. Welatê xwe parastin ya duyem jî ji hemû cîhanê re piştrast kirin ku kurd dostê pêşketin û demokrasî û wekheviyê ne. Ne dijminê mirovatiyê ne û em li dijî terorê. Bi rastî ev jî serkeftineke mezin bû ji bo hemû kurdan, ku hemû miletên cîhanê kurdan baştir nas bikin. Em zanin ku welatên cîhanê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin, lewma divê em kurd jî li berjewendiyên xwe bgern. Di serî de divê em yek bin. Divê em wê yekê fêm bikin ku li rojhilata navîn tenê hebûna medenyetê li kurdan tê û ti miletek li rojhilata navîn ji bilî kurdan tuneye ku welatên cîhanê pêwendiyên medenî pê re ava dikin.

Li dawyê baydemîr raghand, me gelek qurbanî dane, lê ji hertiştî gringtir ewe, ka emê çawa van destkeftên xwe bparêzn û wek çavê xwe ha ji wan hebin. Her destkefteke kurdan li herçar perçeyên kurdistanê destkefta 40 milyon kurde. Dvê hemû welat bi aştî kar bi kurdan re bkin. Ji bo aştya rojhlata navîn dvê pirsa kurdî were çareserkirin. Kurd negefn li ser ti kesî. Berê xwe bdin pêkhateyên başûr û rojavayê kurdistanê, ku çawa pêkhateyên olî û netewî li kurdistanê li navend û parlemantoya kurdistanê xwedî nûnern. Ev yek nîşan dde ku kurd nûner û balyozê aştyê ne li rojhlata navîn.

Pustên heman beş