Tanrikûlû: ne 9 sal 90 sal jî derbas bibe wê hesabê Roboskî were pirsîn!

Tanrikûlû: ne 9 sal 90 sal jî derbas bibe wê hesabê Roboskî were pirsîn!

Parlamenterê Kurd yê ji Partiya Komariya Gel (CHP) Sezgîn Tanrikûlû, di salvegera 9an a komkujiya Roboskê de ku şeva 28ê Kanûna 2011an bi bombebarana balafirên Tirk 34 kes hatibûn qetilkirin, peyamek belav kir.

Tanrikulu di peyama xwe de dibêje, “Ne 9 sal 90 sal jî derbas bibe wê berpirsiyar hesab bidin.”

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê û Cîgirê Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Parlamena Tirkiyê Sezgîn Tanrikûlû, di peyama xwe de tevî karvedanên wê kite bi kite komkujiya Roboskiyê bibîr xist û wiha got ku ew li kêleka malbatên Roboskî ku li edaletê digerin e,

Tanrikûlû got: “Em nebînin jî wê zarokên me, zarokên me nebînin jî wê neviyên me hesabê komkujiya Roboskî bipirsin. Ne 9 sal 90 sal jî derbas bibe ew ê berpirsiyar wê hesab bidin.”

Pustên heman beş