Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, bi revandin û eşkencedana welatiyên Kurd ên Efrînê berdewam in.
Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, bi armanca standina fidyeyê, 2 kes ji gundekî Efrînê revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên mîlîşya Sultan Silêman li roja 24ê vê mehê du bira «Neşet û Sidqî Hac Îbrahîm Şêxo» li navçeya Şiyê revandin.
Wê rêxistina mafên mirovan derbarê sedema revandinê de diyar kir, çekdaran bihane girtine ku wan her du birayan bêyî ku wan agahdar bikin, darên zeytûnê yên xwişkên xwe yên li derveyî gund çinîne.
Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir jî, ew her du bira rastî eşkenceyên hovane hatine. Herwiha çekdaran fidya 800 Dolarên Amerîkî li her yekî ji wan sepandine.
Ev di demekê de, hefteya borî çekdarên girûpa Cebhe El-Şamiyê bajarokê Mabeta xistibû dorpêçeke tund, li welatiyên sivîl didan û zêdetir ji 60 welatiyên sivîl jî revandibûn.