Hevseroka giştî ya HDP ê Pervîn Bûldan, di 9emîn salvegera komkujiya Roboskê da ku 34 kes bi bombeyên balafirên Tirk hatbûn kuştin beşdarî merasîma li goristana Roboskê bû.
Bûldan di axaftina xwe da got: “komkujiya Roboskê êşek bê dawî û bê pênase ye. Helbet ne qezayeke. Eve komkujiyeka eaşkera ye. Dewlet û hikumetê bi zanabûn û bi xwastek bombe bi ser gelê Roboskê da barand.”
Bûldan herweha mikur hat ku kêmasiyên HDP ê jî çêbûne ku doza Roboskê negehandiye Dadgeha Mafên Mirovan û weha pêde çû: “Ez dixwazim bêjim heta ev mesele were çarserkirin û pêvajoya yasayî û siyasî bigehe zelaliyê çi j destê me were emê bikin. Di wê serdemê de hinek kêmasî peyda bûne. Malbatên Roboskê şerî li dadgeha destûra bingehîn dane lê belê ji ber ku Baroya Şirnexê evraqên kêm dabû, AYM’ê ev dosye ji ber evraqên kêm qebûl nekiriye. Ji ber rêyên hqûqî yên li tirkiyê qediyan, malbatan serî li dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME’ê bi hêceta ku rêyên hiqûqa navxweyî neqediyaye doz qebûl nekir. Di vî warî de kêmasiyên evraqan ên Baroya Şirnexê hene. Ji bo yên van kêmasiyan kirine derkevin holê, berpirsyartiyek dîrokî ye. Helbet yê me wek HDP ê jî di warê hiqûqî de hin kêmasî çêbûne. Pêvajoya şopandin û kontirolê baş pêk neaniye. Me pêvajoya hiqûqê baş neşopandiye. Ev jî kêmasiyek me ya mezine.”
Ev cara yekem nîne ku hêz û kesên ser bi PKK ê ve daxuyaniyên bi vî awa diden, PKK û dûvelankên wê fêr bûne ku hertim di dema rûdana her bûyerekî de xwe weke xwediyên gel bidin naskirin, lê hertim bûyeran di berjewenda dewletên dagirker bi dawî tînin.
Li virr çend pirs ser hil didin ew jî evin:
Gelo çima di doza Roboskê de kêmasiyên HDP ê hebûn, qey doza Roboskê dozek ew qas bê buha ye ku kêmasî têde bê qebûlkirin yan jî biryarek bû ku ji îmraliyê derketbû?!
Bûldan bas li berpirsatiya dîrokî dike, gelo berpirsatiya dîrokî ya HDP ê û PKK ê kî wê hilîne?!
Çima HDP ê pêvajoya şopandin û kontrolkirina evraqan baş pêk neanî?!
HDP e weke beşek ji PKK ê wê çewa hesaba kêmasiyek bi vî awa mezin bide?
Gelo heya ti demê wê PKK e bi vî awa bi ‘eqil û hest û soza kurdan bilîze?!
Ev pirse û bi dehan pirsên din di pêvajoya Roboskê de hene ku pêwîste berisva wan ji hêla PKK ê ve bê dayîn.
Hêjayî gotinê ye ku pêş niha pêgeha me di raporekê de bi horgilî bas li doza Roboskê û alîkariya PKK ê û HDP ê bi Erdogan û AKP ê re bi fermana Ocelan di îmraliyê de kirbû, ev axaftina Bûldan jî rastiya Zanyariyên pêgeha me dide nîşandan.