Komên çekdar li Serê Kaniyê malbatên DAIŞê yên Iraqî bicih dikin

Komên çekdar li Serê Kaniyê malbatên DAIŞê yên Iraqî bicih dikin

Li Serê Kaniyê, komên çekdar ên girêdayî Tirkiye, karta nasnameyê didin malbatên DAIŞê yên Iraqî, wan li cihê Kurdan bicih dikin û demografiya Serê Kaniyê diguhêrin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova belav kir, Encûmena Xwecihî ya Serê Kaniyê ku ser bi hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê ve ye, daxwaz ji welatiyên Iraqî yên li Serê Kaniyê dimînin kir, berê xwe bidin Rêveberiya Nasnameyan û Karbarên Sivîlan a li bajêr, ji bo karta nasnameyê werbigirin.

Li gor zanyariyên xwecîhî didin zanîn, kesên Iraqî yên li Serê Kaniyê dimînin, pêştir çekdarên DAIŞê bûn û li her du kampên Mebrûka û Eyn Îsayê diman. Çalakvan dibêjin, piraniya wan welatiyên Iraqî ji pêkhatiya Turkmen in û li şûna Kurdên Serê Kaniyê yên derbider bûne tên bicihkirin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, 9ê Cotmeha 2019an êrîşî ser Serê Kaniyê û Girê Spî kirin û dagir kirin. Di encamê de bi sedhezaran xelk koçber û derbider bûn. Ji wê demê ve jî demokgrafiya wan herêman diguhêrin û malbatên çekdaran ên navçeyên din li şûna Kurdên resen bi cih dikin.

Pustên heman beş