Sipayê Pasdaran gulle berdan Kolberan

Sipayê Pasdaran gulle berdan Kolberan

Pasdarên Îranê, li devera Newsûd ya parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê, du kolberên Kurd di encama gulebaranan de birîndar kirin.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, do êvarî pasdarên Îranê li devera sînorî ya Newsûd ya bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê, komek kolber dan ber guleyan.

Herwiha agahî destnîşan dikin, di wê êrişê de kolberek bi guleya pasdaran birîndar bû û yek jî, dema dixwast xwe ji êrişê biparêze, ji zinarekî ket û birîndar bû.

Navê wî kolberê ku bi fîşekê birîndar bûye Riza ye û welatiyê bajarokê Selasa Babacanî yê Kirmaşanê ye. Rewşa wî baş ne baş e.

Navê kolberê ku ji zinar de ketiye jî Ebdulkerîm Mihemedî ye. Ew jî welatiyê Selasa Babacanî ye.

Her du kolber jî li nexweşxaneya bajarê Pawe tên dermankirin.

Pustên heman beş