Rêxistina PKK ê di dema 24 demjimêrên rabûrî de, 10 çekdarên xwe li Başûrê Kurdistanê ji dest dane, wexta ku ketine ber êrîşên balefirên bê pîlot yên Tirkiyê.
Di 24 sa’etên derbasbûyî de, balefirên bê pîlot dû caran êrîşî liv û tevgerên çekdarên PKK ê li Başûrê Kurdistanê kirine, sitargehên wan li navçeyên Avaşîn hedef kirin.
Di êrîşa yekemîn de 8 çekdarên PKK ê hatine hedef kirin û her hemûyan canê xwe ji dest da, di êrîşa dûyemîn jî de, 2 çekdarên PKK ê ketine ber mûşekên balefiran.
Wezareta bergiryê ya Tirkiyê ev yêk îlan kir, lê belê HPG ê tu agahî li derbarê vê êrîşê û ji dest dayîna çekdarên xwe nedane.