Rûsyayê hêzeke polîsên leşkerî li Eyn Îsayê bicih kir

Rûsyayê hêzeke polîsên leşkerî li Eyn Îsayê bicih kir

Hat ragihandin ku hêzeke din a polîsên leşkerî yê Rûsî gihiştiye bajarokê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê û binkeya xwe hatiye bicihkirin.

Li gorî zanyariyan, xala çavdêriyê ya polîsê leşkerî yê Rûsî ku hêzên rejîma Sûrî jî li wir hene, nêzîkî çeperên komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ne ku heta niha êrîş dibirin ser Hêzên Sûriya Demokratîk.

Hatiye diyarkirin ku wê ew xala çavdêriyê ya Rûsî ji bo kontrola agirbestê ji aliyê hêzên rûsî û rejîmê ve were bikaranîn.

Beriya niha jî cîgirê serokê Navenda Lihevanînê yê Rûsî Vyaçeslav Sitnik di civîneke rojnamevanî de gotibû, polîsên leşkerî bo Eyn Îsayê hatiye veguhestin.

Herwiha beriya niha berpirsên HSD ê ragihandibûn ku Rûsya daxwazê ji wan dike, ji bo bi dawî anîna gefên komên çekdar û Tirkiyê Eyn Îsyayê radestî wan bike.

Pustên heman beş