Êvara îro roja sêşemê 29.12.2020an Berdevkê Serfermandariya Artêşa Iraqê Yehya Resûl ragihand rewşa asayîşa Bexdayê ji kontrole derneketiye û di bin kontrola wan deye.
Berdevkê Serfermandariya Artêşa Iraqê Yehya Resûl di hevpeyvînekê de behsa girjiya emnî ya li Bexdayê û gefên milîsên şîe li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî axivî û da zanîn rewşa emnî ya Bexdayê di bin kontrola wan deye wan rewşa emnî kontrol kiriye.
Herwiha Yehya Resûl dibêje artêşa Iraqê û polîsên fedeal ê Iraqê rewşa bajêr kontrol kirine û asayîşa Bexdayê di deste wan deye.
Yehya Resûl amaje bi wê yekê jî kiriye ew ê dîplomatên biyanî li Iraqê biparêzin.