Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!!

Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!!

Tirkiye roj bi roj berbi felaketê ve dihare, her Ku tade û zor lê tê ew jî kela (kîn) xwe diserê kurdan re derdixe.

Ji ber ku niha ew tenê dikare bi kurdan, heger em jî xwedî dewletekê bana, dê Tirkan nikarîbana hemî tiştên xerab û ne di cih de bianîna serê me û gelê me.

 Van kiryar û bûyerên tirkan roj bi roj zêde dibin. Roj bi roj ew har û dîn dibin. Ji ber ku wan li bakurê kurdistanê li ser destê pkk kurdên welatparêz, bê dengê kirine û dikin.

 Sedema bê dengiyê pir alî ye. Yek ji wan jî ew e ku heger te dengekî nizm jî lihember vê dewleta dagirker û faşîst derxist, ew te yek ser digire, karê te ji destê tedihar.

Bi vê yekê pişta te dişkîne ku tê êdî nikaribe alîkariya mala xwe, zarokên xwe bike da ku bikaribin bijîn.

 Ji ber vê sedemê ye ku îro li bakurê kurdistanê bêdengî, tirs û xof heye ku vê jî perda bêdengiyê kişandiye ser welatparêzan.

Lê niha tiştek ji destê me nayê. Ji ber ku welatparêzin me, partî û rêxistinên me, dam û dezgehên me, gel û xelkê me hemî bi hevre ketine bê dengiyekê ku ev jî ne ji xêrê re ye. Ev ê çi demê ji ser wan rabe, an rakin hê ne diyar e.

 Her ku gel û partiyên armanca wan azadiya kurdistanê bin, bê deng dimînin, pêladagirkeran ya ji bona tunekirina kurdan zêdetir dibe. Her ku bê dengî didome, tade ûzilma dagirkerên tirkan dom dike.

Tirk hemî niha bûne nijadperest û li hember kurdan hemî bûne yek deng ku kurdan li bakurê kurdistanê biqedînin. Ew jî vê ji Erdoganê dijminê kurdan distîne.Her weha Erdogan jî vê zilma li kurdan dike, bi qawet û piştgirya mhp ya faşîst.

MHP ya li ser asasê nijadperestiya tirk hatiye damezran, ji roja damezrandina xwe û heta niha tu caran fikr û ramanên wan bi destê wan neketiye jiyanê. Ew dibêjin Erdogan jî dike. Ji ber ku Erdogan ditirse ku desthilatiya xwe wenda bike, xwe bi her awayî bi MHP ve girêdayî. Yanî bûye xulamokê MHP.

Erdogan ji bona deshilatiya xwe û mhp jî ji bona wan fikr û ramanên xwe ê faşt bixin jiyanê li hev kirine û hemî kar û xebata wan tenha bûye, kuştin, girtin û wêrankirina kurdan ûKurdistanê.

Helbet ew jî ne bi serê xwe van xerabiyan dikin. Partiya ku li ser navê kurdan damezrandine jî li gel wan e, li pişta wan e. Tiştên AKP û MHP nikarin bikin an naxwazin li ser navê wan bê kirine vê carê jî bi saya PKK dixin jiyanê.

Di şert û mercên îro de ev bêdengî bi xwere teslîmbûnê tîne. Em baş dizanin ku li vêcîhanê gelek welat ji rewşa îro ya bakurê kurdistanê xerabtir bûne. Bi destênMussolîn û hîtler gelek ecêb, kuştin û malwêranî ditibûn. Lê xelkê wan bi yekîtiyanava xwe zora wan birin û ji bona xwe demorasiyeke ku li ser asasê mafê însanan jinûde xuliqandin.Di şert û mercên îro de ku hemî metodên êşkence û malwêraniyê li ser kurdan têneceribandin. Lê divê kurd bi hevre rêya çaresiyê peyde bikin da ku vê zilmê ji ser xweû gelê xwe rakin.

Heger ev neyê kirin, îro li kurdistanê girtin û kuştin heye, sibê wê vê derbas ewropa jî bikin. Ji ber ku di destê Erdogan de rêxistineke weke pkk û daîş heye. Ji bîr nekin ku gelek welatparêz bi destê PKK li Ewropa hatin kuştin, gelek hatin tehdîtkirin da ku li dijî PKK rastiyê nebêjin û nenivîsînin…

Herdu bi hevre akp û pkk ango Erdogan û Evdila li dijî başûrê kurdistanê çalakiyan li dar dixin da ku wir negihêje armanca xwe û dewleta kurdî ya serbixwe ranegihînin.

Ya em ê weha bêdeng bin heta ku em yek bi yek bêne girtin û kuştin, ya jî divê em rêyekê ku vê bêdengiyê rakin bibînin. Ew jî tenha ji eniyek an hevkariyekê rêxistinê me li ser xeta neteweyî dibe Lê mixabin ew jî vê nakin…ÊDÎ HÛN DIZANIN…

Pustên heman beş