Serokê Baroya Şirnexê: HDP e li ser êşa malbatên Roboskê siyasetê dike

Serokê Baroya Şirnexê: HDP e li ser êşa malbatên Roboskê siyasetê dike

Serokê Baroya Şirnexê têkildarî doza komkujiya Roboskê berisva Pervîn Buldan da û got, “Xemsariya Komîsyona hiqûq ê ya HDP ê ye. Mixabin Pervîn Buldan hevalên xwe yên siyasetmedar parastine û top avêtiye aliyê me.”

Piştî ku hevseroka giştî ya HDP ê Pervîn Buldan di derbara komkujiya Roboskê li 9emîn salvegera vê komkujiyê de daxuyanî day û Baroya Şirnexê bi kemtirxem day xweya kirin û ragihandî ji egerê xemsariya Baroya Şirnexê di vê dozê da ‘edelatê cihê xwe negirtiye Serokê Baroya Şirnexê Nuşêrvan Elçî, berisva Buldan ê dide û wê weke derewîn derdixe holê.

Serokê Baroya Şirnexê, Nuşêrvan Elçî, berisva daxuyaniya Pervîn Buldan ê da û derewa wê eşkere kir. Elçî dibêje ku ne Baroya Şirnexê belku HDP ê bi xwe doza Roboskiyê neşopand û ew bûn sedema redkirina doza Roboskê li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê da.

Elçî herwiha got, “piştî ku doza bo dozgerya leşkerî ya Enqerê hat şandin, ji wê demê ve doz di bin kontrola hiqûqnas û parêzerên HDP ê de bû” û eşkere dike ku wan hemû piroseya hiqûqîya wê doz ê şopandine.

Di dewama gotnên xwe de Elçî derbarê bêdengiya Baroya wan de dibêje, “me nexwest li ser êşa van malbatan siyasetê bikin. Lê mixabin îro em dibînin ku li ser vê êşê siyasetê dikin, ev jî xelete.”

Ji aliyê xwe ve Hasîp Kaplan, parlamenterê berê yê HDP ê yê Şirnexê, eşkere kirbû ku bi navbeynkariya Selahattîn Demîrtaş malbatên Roboskiyê bi Recep Tayîyp Erdogan re civîyan ku serokwezîrê wê demê bû. Elçî li ser vê mijarê jî dibêje, “ji bo vekirina balafirxaneya Şerafettîn Elçî li wir bûn. Lê ne Hasîp Kaplan û ne yên li wê derê, ti zanyariyek nedan me. Em di civînê de amade nebûn, em nizanin axaftin li ser çi hatin kirin.”

Pustên heman beş