Arteşa Tirkiyê hêzeke din a leşkirî û 12 erebe ku alîkariyên locistî bar kirine, şandine sînorê Îdlibê li Sûriyê.
Arteşa Tirkiyê ji şeva derbasbûyî ve, 12 erebeyên leşkirî, esker û alîkariyên locistî ji sînoran derbas kir û şandine başûrê Îdlibê weke piştgirî ji bo hêzên wê ku li wir cî digrin.
Navçeya ku Tirkiyê esker û alîkarî lê bi cî kirine, bi navçeya kêm kirina aloziyê tê hesab kirin û dikeve gundewarê Îdlibê li Sûriyê.
Di vê derbarê de nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan eşkere kir, ji destpêka ketina eskerên Tirk di nava xaka Sûriyê de û çêkirina herêmên kêm kirina aloziyê, pêtirî 11 hezar erebeyên barhelgir yên arteşa Tirkiyê derbasî Sûriyê bûne, van erebeyan bi hezaran esker, tank û pêwîstiyên leşkirî veguhastine Sûriyê.