ji Erdogan re got «Dîktator», ji Tirkiyê bersiv nehat

ji Erdogan re got «Dîktator», ji Tirkiyê bersiv nehat

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, beriya ku erka xwe dewrî rêveberiya nû ya Amerîkayê bike, doh Şemiyê di twîteke xwe de, wêneyê keşe Brunson ku li Tirkiyê hatibû girtin û piştre bi danûstandina Trump û Erdogan hatibû berdan belav kir.

Pompeo li ser wêneyê Brunson, Trump û xwe bal kişand ser radestkirina keşeyê Amerîkî ji aliyê Tirkiyê ve û got, “Me ji bo welatiyên we vegerînin mal ti caran pere nedan. Lihevkirina wisa dê zêdetir rê ji rehînkirinan re veke. Me îtibara Amerîkayê ji nû ve bi dest xist. Êdî ji bo dîktator û zorbeyan xetên sor ên zêtir û paletên diravan nînin.”

Piştî vê twîta Pompeo gelek kesan bal kişand ser ku ji Erdogan re gotiye dîktator û zorbe.

Heta niha ji aliyê Tirkiyê ve bi fermî ti daxuyaniyek derbarê twîta Pompeo de nehat dayîn.

Pustên heman beş