Feyaz: Îraqê tolhildana Suleymanî pejirandîye

Falih Feyaz: Parlimena Îraqê tolhildana Qasim Suleymanî pejirandîye

Serokê desteya Heşda Şabî ya Îraqê Falih Feyaz îro ragihand ku tolhildana kuştina Qasim Suleymanî û Ebu Mehdî wê bi derxistina hêzên Amerîkayê ji Îraqê pêk were.

Falih Feyaz li nava komên xwepêşandêran de ku îro roja yekşemî 3/1/2021an li Bexda a paytexta Îraqê di salvegera yekemîn ya kuştina Suleymanî de birêveçûn, gotar xwend û têde behsa tolhildanê ji boy kuştina Suleymanî û Ebu Mehdî Muhendis kir.

Falih Feyaz got: Pêwîste biryara Parlimena Îraqê ya derxistina hêzên Amerîkayê were cî bi cî kirin.

Di beşeka din ya gotinên xwe de, Falih Feyaz got: Pêwîste serwerîya Îraqê were parastin.

Tê zanîn di rojeke weke îro de li sala rabûrî, balefireka bê pîlot ya Amerîkayê, her yêk ji Qasim Suleymanî fermandarê feyleqa Qudis ya sipayê Pasdaran û Ebu Mehdî Muhendis cêhgirê serokê desteya Heşda Şabî li nêzî balefirxaneya Bexdayê hedef kir û kuştin, Îranê soz daye tolhildanê ji boy wan bike.

Pustên heman beş