Hevpeymanan DAIŞ li navçeya Reşad hedef kir

Hevpeymanan DAIŞ li navçeya Reşad hedef kir

Balafirên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞ ê li bajaroka Hewîce ya Kerkûkê, pêgehên rêxistina terorîst DAIŞê bombebaran kir.

Hat ragihandin ku di encama bombebarana li nehiya Reşad a Hewîceyê de 4 terorîstên DAIŞ ê hatine kuştin.

Berpirsê Polîsê Hewîceyê Fetah Mehmûd piştrast kir ku di bombebaranê de li gorî agahiyên destpêkê 4 DAIŞî hatine kuştin ku beriya êrîşa Îro jî doh bi êrîşeke helîkopterên Iraqê li heman herêmê 2 DAIŞîyên din hatine kuştin.

Pustên heman beş