” Sala 2020 li Tirkiyê herî kêm 300 jin hatin kuştin”

" Sala 2020 li Tirkiyê herî kêm 300 jin hatin kuştin"

Saziya jinan ya bi navê Platforma “Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin” ragihand, di sala 2020an de 300 jin li Tirkiyê hatine kuştin.

Platforma “Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin” raporta xwe ya salane ya derbarê kuştin û tundûtûjiya li dijî jinan li Tirkiyê belav kir.

Li gor wê raporta hatiye belavkirin di sala 2020ande bi giştî 300 jin hatine kuştin û 171 jin jî bi awayekî gumanbar mirî hatine dîtin.

Ew raport diyar dike, ji wan jinên hatine kuştin; 97 ji aliyê hevjîn, 54 ji aliyê dergistî, 38 ji aliyê kesekî nas, 21 ji aliyê hevjînên berê, 18 ji aliyê kur, 17 ji bav, 16 ji aliyê kesûkar, 8 ji aliyê dergistiyê berê, 5 ji aliyê bira, 3 ji aliyê kesên nenas ve hatine kuştin û 23 jin jî nehatiye zanîn ka ji aliyê kê ve hatine kuştin.

Di raportê de tekezî li ser wê tê kirin ku 22 jin ji ber sedemên aborî û 96 jin jî ji ber sedemên mîna; redkirina daxwaza zewacê, daxwaza cudabûnê, redkirina têkiliyê hatine kuştin û sedema kuştina 182 jinan jî nehatiye zanîn.

Li gor raportê, 181 jin li malên xwe, 48 li kolanê, 15 li cihê kar, 14 li zeviyê, 11 di otomobîlê de, 5 li hotelê, 4 li cihekî tenha, 1 di depoya daran û jinek jî li kuaforê hatiye kuştin û cihê kuştina 20 jinan nehat zanîn.

Derbarê çawaniya kuştina wan jinan de jî di raportê de tê gotin, 170 bi çek, 83 bi amrazên wek kêr û bivir, 26 bi lêdanê, 26 bi xeniqandin, 2 bi şewitandinê, 1 jin bi maddeyên kimyewî û jinek jî bi avêtina ji bilindahiyê, hatine kuştin.

Platforma “Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin” eşkere dike ku ji jinên hatine kuştin, tenê derbarê 23 jinan de biryara parastinê hebûye, 45 ji wan gilî li navendên polîs tomar kiribûn û di qonaxa jihevcudabûnê de bûn û herwiha hatiye gotin, nehatiye zanîn ka biryara parastinê derbarê 263 jinan de hebûye an na!

Pustên heman beş